Artêşa Yemenê li bakurê parêzgeha El-Dali bi pêşve diçe, 30 Hûsî hatin kuştin

Artêşa Yemenê li eniya bakurê parêzgeha El-Dali di şerê ku serê sibehê rû da de bi pêşve çû, di demeke ku behsa kuştina 30 endamên hêzên Hûsiyan tê kirin.

Artêşa Yemenê li bakurê parêzgeha El-Dali bi pêşve diçe, 30 Hûsî hatin kuştin
25 tîrmeh, 2019   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên artêşa Yemenê li eniya bakurê parêzgeha El-Dali bi pêş ve çû û gihaşt derdora çiyayê Nasê ya stratejîk, di demeke ku şerê giran ji serê sibehê ve destpêkiriye, didome.

Çavkaniyan ji El-Erebiyê Net re ragihandin ku zêdetirî 30 endamên ji hêzên Hûsiyan hatin kuştin, di nav wan de fermandarên meydanî hene û dehan birîndar bûn, her wiha gelek alavên leşkerî hatin rûxandin.

Artêşa Yemenê gelek cihên stratejîk ku hêzên Hûsiyan lêbûn, mîna El-Hemraa, El-Eqwaz û El-Ezim û gundên El-Qehrê, Solan û El-Rifqê rojavayê herêma Mirîs kontrol kir.

(jo)