Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê bombebaran kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundên li herêma Kortekê bombe kirin.

Balafirên şer ên Tirk gundên Qendîlê bombebaran kirin
25 tîrmeh, 2019   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin.

Duh saet 04.30’î balafirên şer ên artêşa Tirk nêzî saet û nîvê di ser binarê Qendîlê geriyan.

Piştre jî bombe li girê Kortekê û derdora gundên li herêmê barandin.

Ji ber bomberdûmanê agir bi zeviyên gundiyan ket.