Li Tebqayê salvegra damezrandina Rêveberiya Jinan hate pîrozkirin

Li Tebqayê duyemîn salvegra damezrandina Rêveberiya Jinan hate pîrozkirin.

20 tîrmeh, 2019   17:13
TEBQA

Şandeyên ji  hemû saziyên herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê serdana navenda Rêveberiya Jinan a Tebqayê kirin û duyemîn salvegera avakirina rêveberiyê pîroz kirin.

Di serdanê de bi navên Navenda Çand û Hunerê ya herêma Tebqayê Medya Midewer, YPJ`ê endama Meclisa Leşkerî Emîre El-Hesen, Hêzên Xweparastinê cîgira hevserokatiya Hêzên Xweparastinê Semer Dawûd, Yekitiya Rewşebîran a herêma Tebqayê serokê Buroya Têkiliyên Giştî Mihemed El-Abdullah, Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Roşîn Mihemed û bi navê Rêveberiya Jin endama rêveber Sewsen El-Xelef axaftin hatin kirin.

Axaftvanan salvegera duyemîn a avakirina Rêveberiya Jinan a Tebqayê pîroz kirin û hêviya serkeftinê ji rêveberiya li tevahiya herêmên Sûriyê xwestin. Her wiha hêvî kirin ku jin ji zihniyeta mêrdestî rizgar bibe û rewşa jin ji vê bêtir bi pêşkeve.

Axaftvanan tekez kirin ku jinan rolek sereke di tevahiya waran de lîstiye û dê rolek ji vê mezintir di demên pêş de bilîze.

Di nav axaftinan de şehîdên rizgarkirina welêt hatin bi bîranîn.

Ji aliyê xwe ve helbetsvan Sîham El-Tirkî helbestên li ser  hezkirina welêt, rola jin di avakirina civakê û perwerdekirina nifşan de xwendin.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Rêveberiya Jin a Tebqayê Zehra EL-Hemadê ji ANHA‘yê  re diyar kir jinan di du salên dawîn de bi rêya kongre û komxebatên li herêma Tebqayê li dar xistine gavên cidî avêtin. Di wan kongreyan de rewşa jinên Firatê bi taybet û jinên Sûriyê bi giştî hate nîqaşkirin.

(şx)
ANHA