Li Efrînê jinek ciwan dawî li jiyana xwe anî

Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê jineke ciwan ji binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan dawî li jiyana xwe anî.

Li Efrînê jinek ciwan dawî li jiyana xwe anî
20 tîrmeh, 2019   16:54
EFRÎN

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî ji hundirê Efrînê dane nûçegihanê me ciwana bi navê Arîn Selah Gulo ya 19 salî ji ber binpêkirinên domdar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî, dawî li jiyana xwe anî. Hate gotin ku Arînê di mala xwe de ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê werîsekî li sûtiyê xwe gerand û dawî li jiyana xwe anî.

Gelek sivîlên ku dikaribûn ji Efrînê derkevin di hevdîtinên berê bi ANHA`yê re, teqez kirin ku ji ber kiryarên çeteyan ji revandin, kuştin û talankirina mal û milkên şêniyan, rewşa li Efrînê bi tirs e.

(jo)

ANHA