PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir

Bi dirûşma "Bi fikr û felsefeya Rêber Apo dê mirovahî ji destpoîzmê rizgar bikin" PYD’ê pêşangeheke pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Şêxmeqsûd a Rojava ya bajarê Helebê vekir.

PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
PYD’ê li Helebê pêşangeha pirtûkên Ocalan vekir
20 tîrmeh, 2019   12:24
HELEB

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda taxa Şêxmeqsûd a Rojava ya bajarê Helebê roja şemiyê pêşangeha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist.

Di pêşangehê de bi dehan endamên sazî û partiyên siyasî ji pêkhateyên Ereb û Kurd beşdar bûn.

Endama Rêveberiya Buroya Perwerdeyê ya PYD’ê ya Helebê Elîfe Hesen vekirina pêşangehê li beşdaran pîroz kir û got: "Armanc ew e ku bale bikişînin ser ramanên fîlozofê serdemê Abdullah Ocalan."

Piştre Elî Mistefa endamê Meclisa PYD’ê gotina Ocalan a "Bi fikr mirov tên avakirin û bi mirovên difikirin, şaristanî tê avakirin" bi bîr xist û tekez kir ku destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi saya fikrên Ocalan in.

Deriyê pêşangehê ji hêla hevjîna şehîd Emar ê ku di şerê taxa Şêxmeqsûdê şehîd bûbû, hat vekirin.

Ajansa me ANHA’yê hevpeyvîn bi beşdarekî yê bi navê Îsam Ezoz re çêkir. Îsam wiha axivî: "Fikrên Ocalan afirîner in û di çareseriya krîza vî gelî û Rojhilata Navîn de pêkan in. Divê mîna van pêşangehan li tevahî Sûriyê bên lidarxistin."

PYD’ê pirtûk li tevahî beşdaran belav kirin. Pêşangeh dê 2 rojan bidome û ji saet 11:00’an heta 17:00’an vekirî be.

(fr)

ANHA