Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Lubnanê hatin bi bîranîn

Kurdistaniyên li Lubanên şehîdên Berxwedana 14‘ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Lubnanê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Lubnanê hatin bi bîranîn
Berxwedêrên 14‘ê Tîrmehê li Lubnanê hatin bi bîranîn
15 tîrmeh, 2019   14:54
BEYRÛT

Bi wesîleya salvegera 37‘an a Berxwedana 14‘ê Tîrmehê ya li girîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, bi dehan kudistaniyên li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê ye pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Kemal Pîr, Akif Yelmaz, Mihemed Xeyrî Durmuş û Elî Çîçek bi bîr anîn.

Merasîmê bîranînê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate orgazekirin.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê TEV-DEM‘ê Netewî Xemgîn axivî, şehîdên berxwedana 14‘ê Tîrmehê bi bîr anîn û diyar kir ku şoreş û têkoşîna li gelemperiya Kurdistanê li dijî pergelên desthilatdar û mêtîngerên Kurdistanê bingeha xwe ji berxwedana girîngeha Amedê digire.

Netewî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Parastinê yên Medyayê û binpêkirinên li Efrînê şermezar kir û bang li hêzên kurdî kir ku li hemberî van êrîşan yekitiya xwe ava bikin û xeta şehîdên berxwedana 14‘ê Tîrmehê bişopînin.

Bîranîn bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

ANHA