Li Lubnanê têkoşer Diyar Xerîb hate bibîranîn

Bi serkêşiya TEV-DEM`ê li Lubnanê civînên cuda hatin lidarxistin û şehîd Diyar Xerîb tê de hate bibîranîn.

Li Lubnanê têkoşer Diyar Xerîb hate bibîranîn
Li Lubnanê têkoşer Diyar Xerîb hate bibîranîn
Li Lubnanê têkoşer Diyar Xerîb hate bibîranîn
Li Lubnanê têkoşer Diyar Xerîb hate bibîranîn
Li Lubnanê têkoşer Diyar Xerîb hate bibîranîn
13 tîrmeh, 2019   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn li taxên paytext Beyrûtê yên Dahiya, Birc Hemûd û herêmên Buqa, Berliyas, Defer Dibyan û bajarê Terablûsê hatin lidarxistin.

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê beşdarî civînan bûn. Di civînan de rayedarên TEV-DEM’ê û Kongreya Star axivîn.

Di civîna li Dahiyayê de, ji rêveberên Kongreya Star Netwî Xemgîn axivî û sersaxî ji malbat û hevreyên endamê Serokatiya Giştî ya KCK`ê şehîd Diyar Xerîb re xwest û da zanîn ku ew ê şopdarên xeta şehîd Diyar Xerîb bin.

Di civîna li Birc Hemûd de jî bi navê Rêveberiya Xweser Ebdulselam Ehmed axivî û got şehîd Diyar Xerîd salên dirêj di rêya azadiyê de tê koşiya û herî dawî jî şehîd bû.

Di civîna li Berliyasê de jî, bi navê TEV-DEM`ê Şervîn Cûdî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Diyar Xerîb re xwest û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Qendîl û Başûr şermezar kirin.

Civîn bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bûn.

(kc)

ANHA