Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan

Bi sedan ji kantona Girê Spî ya li Bakurê Sûriyê li dijî destwerdanên Tirkiyê li gelek herêmên Rojhilata Navîn û di serî de Sûrî û Iraqê, bi slogana"Heta têkbirina terorê berxwedêr in" daketin qadan.

Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
Şêniyên Girê Spî li dijî deswerdanên Tirkiyê daketin qadan
11 tîrmeh, 2019   10:51
GIRÊ SPÎ

Li dijî destwerdanên Tirkiyê li Sûrî, Iraq û Lîbyayê Meclisa Kantona Girê Spî meşek lidar xist. Bi sedan ji şêniyan ji çerxerêya taxa Îskan ber bi çerxerêya El-Qefes a girêdayî bajarê Girê Spî ve meşiyan.

Di gel beşdariya şêniyan, endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî jî beşdar bûn.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Heta têkbirina dagirkeriyê berxwedan", "Ji bo tunekirina dagirkeriyê serî hildin", "Na ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûrî, Iraqê û Lîbyayê" hilgirtin.

Di vê derbarê de xwepêşandêran sloganên"Na ji êrîşên Tirkiyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê","Na ji destwerdanên Tirkiyê li ser Sûriyê û dagirkirina parçeyên xaka Sûriyê" berz kirin.

Paşê meş veguherî mîtingê û li wir hevserokê komîteya aborî ya Meclisa Girê Spî Alî Himêdî û ser navê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Girê Spî, Basil Xelîl axivîn.

Di axaftinan de, bal li ser girîngiya serhildana li dijî dagirkeriya Tirkiyê ku wêrankirinê pêk tîne û terorê li Rojhilata Navîn belav dike, hate kişandin.

(eh)

ANHA