Li Şehbayê pêşangeha wêneyên hovîtiya Tirkiyê di roja duyemîn de ye

Pêşangeha "Bangewaziya Şaristaniyê" ya wêneyan di roja xwe ya duyemîn de berdewam e. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên Şehba û Efrînê serdana pêşangehê kir.

8 tîrmeh, 2019   12:17
 ŞEHBA

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û hevkariya Gerînendetiya Şûnwaran, bi slogana "Bangewaziya Şaristaniyê" duh pêşangeha wêneyên binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê der heqê şûnwarên li Efrînê de, hate vekirin.

Pêşangeh li hola Kampa Serdem a kantona Şehbayê hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Efrînê berî ku ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin, hatin daliqandin. Di pêşangehê de 48 wêneyên hatin pêşandan.

Wêneyên li ser xerakirin û hilweşandinên ku der heqê mal û milkên şêniyên Efînê de pêk hatine, her wiha binesazî û şûnwarên li herêmê ku ser destê dagirkeriya Tirkiyê hatine hilweşandin, tên pêşandan.

Li ser her wêneyekê cih, girîngiya dîrokê û şaristaniya li herêmê hatiye nivîsandin.

Îro endamên Meclisa Rêveber û Meclisa Qanûnsaz ên herêma Efrînê, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên li Kampa Serdem dimînin, serdana pêşangehê kir.

Tê payîn ku pêşangeh heta sibê berdewam bike û ji hemû Efrîn, Şehba, sazî û komînên herêmê dê serdana pêşangehê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 18`ê meha Adara sala derbasbûyî de dagirkeriya Tirkiyê Efrîn dagir kir, di encamê de bi sedan ji sivîl bûn qubanî û binesazî û şûnwarên Efrînê hatin hilweşandin, lê hêj şêniyên herêmê li kampa Şehbayê û di hundirê Efrînê de li ber xwe didin.

(eh)

ANHA