Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Qamişlo bi armanca kêmkirina qerbelixa tirafîkê di bajêr de, 5 basên veguhestina hundirîn ji bo hêsankirina çûn û hatinê diyar kir.

Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
Di demeke nêz de.. li Qamişlo basên veguhestina hundirîn
3 tîrmeh, 2019   13:55
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo gazin ji Şaredariya Gel a bajêr re rakirin, ku hin ajokerên serfîsan kirêya veguhestinê di seatên nîvro û êvarê taybet bilind dikin. Ji bo kêmkirina kirêya veguhestinê ser şêniyan, Komtîya Hewrîdor û Şaredariyan a kantona Qamişlo 5 basên veguhestina hundirîn di bajêr de û bi 25 L.S diyar kir.

Tê payîn ku di hefteya bê de bas têkevin xizmeta şêniyan. Bas dê ji seat 7:00 sibehan ji taxa Hilêliyê ji navçeya rojhilat ber bi navenda bajêr ve bimeşe, her wiha ji navenda  bajêr heta taxa Nemetlî ya li navçeya rojhilat bimeşe.

Komîteya Hewrîdor û Şaredariyan a kantona Qamişlo diyar kir ku her basek 22 kesan radike.

Ji bo xwediyên serfîsan (Texî) dê karê wan ser xetên bajêr bike û her kesê ku şêniyan bixapîne dê li gorî zagonan bê ceza kirin.

(jo)

ANHA

ç