Şêniyên Dêrikê ji bo belavbûna pez li sûkê bi gazinc in

Şêniyên bajarê Dêrikê, xwediyên dikanan û ajokarên alavan ji belavbûna pezan li sûk û kolanan ku rê asteng dikin, gazinan dikin.

Şêniyên Dêrikê ji bo belavbûna pez li sûkê bi gazinc in
Şêniyên Dêrikê ji bo belavbûna pez li sûkê bi gazinc in
Şêniyên Dêrikê ji bo belavbûna pez li sûkê bi gazinc in
Şêniyên Dêrikê ji bo belavbûna pez li sûkê bi gazinc in
27 hezîran, 2019   07:11
QAMIŞLO – ÎSAM EBDELLAH

Li bajarê Dêrikê pez, çêlek û camûsan belavî nava rêyên bajêr dibin û rêyan asteng dikin. Şêniyî û ajokarên erebeyan ji belavbûna ji ber girtina rêyan bi gazin in. Bi taybet dema ku rewşek awarte wek şewat an jî derbasbûna ambulansan, erebe û ambulans neçar dimînin rawestin da ku qeza çênbin.

Zirar gihaşt mal, milk û daran

Ev pez zirareke mezin li mal û milkênê şêniyan û darên ku di orta rêyan de çandine dikin. Her wiha tevgera rê asteng dikin û sûkê gemar dikin.

Şaredariya Gel sala çûyî gazinên şêniyan guhdar kirin û biryarnameyek ji xwediyên pezan re derxist. Di biryarnameyê de eger pez li sûkan bibînin ew ê xirama bi 50 hezar leyreyên Sûrî li xwediyên pez bibirin. Lê biryarnameya Şaredariyê di aliyê piratîkî de pêk nehat û çareser nebû.

Ev yek ji bo xaneyên ku li kolanan belav in jî pêk nehat, Şaredariyê soza rakirina wê pêk neanî û gemara pezan ku derxînin dervayî bajêr jî wek xwe ma.

Belavbûna pez li orta sûkan

Derbarê vê mijarê de, ANHA li nav sûkê geriya.

Welatiyê bi navê Ferhad Ebdî tekez kir ku Şaredariya Dêrikê gelek biryarname derbarê belavbûna pez de derxist û got: “Lê ev biryarname li ser rûyê erdê pêk nehat. Li bajarê Dêrikê çêlek li nav kolanan belav in û qirêjê tevlihev dikşin. Ev yek jî dibe sedema aloziya tirafîkê û gelek pirsgrêkên din. Şaredariyê xiram li xwediyên pezan ferz kirin û pezên wan girtin. Lê xwediyên pezan ev biryar pêk neanîn. Şeklek ne xweş e, ji ber pez û çêlek zirarê digihînin darên li bajêr. Em bang li aliyên peywendîdar dikin ku gavên aktîf ji bo çareserkirina vê yekê pêk bînin.”

Her wiha welatiyê bi navê Diyar Hesen  jî got: "Ev şeklek ne xweş e. Nayê qebûlkirin li sûkê, di aliyê zêdebûna hejmara çêlek, camûsan, belavkirina qirêjiyê û vekirina torên gemarê ku bihneke genî jê tê û nexweşî jê çêdibin."

Hesen daxwaz kir ku xwediyên pezan bi rêya komîn û meclisan bêne hişyar kirin û gazinan pêşkêşî aliyên peywendîdar bikin.

ANHA`yê jî gazinên şêniyan veguhest Şaredariya Gel a Dêrikê. Di wê derbarê de berpirsan destnîşan kirin ku sala çûyî wan gelek biryarname ji bo rawestandina vê yekê û çareserkirina wê derxistin, lê pirsgirêk hîna heye.

 (jo/bm)

ANHA