Balafirên dagirkeriya Tirk herêma Sindiyan bombebaran kir

Îro di saetên sibê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Xantûr û geliyê Pisaxa yên dikevin herêma Sindiyan bombebaran kir.

Balafirên dagirkeriya Tirk herêma Sindiyan bombebaran kir
24 hezîran, 2019   06:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rojnews ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmê, îro derdora saet 08:10’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Xantûr û geliyê Pisaxa ku dikevin herêma Sindiyan a ser bi navçeya Zaxoyê ve bombebaran kiriye.

Der barê encama bombebaranê de tu agahî nehatine bidestistin.