Pentagon ferzkirina cezayên darayî li ser kargehên Tirkiyê lêkolîn dike

Rayedarekî payebilind ji Wezareta Parastina DYA’yê(Pentagon) da zanîn ku Washington lêkolîna li ser ferzkirina cezayên darayî ya li ser kargehên Tirkiyê yên ku li pişt çêkirina parçeyên balafirên F-35 ên ji cureyên Lockheed Martin in, dike.

Pentagon ferzkirina cezayên darayî li ser kargehên Tirkiyê lêkolîn dike
18 hezîran, 2019   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

 Reutersê li zimanê wekîlê Parastina DYA’yê Allen Lord ragihand ku rayedarên DYA’yê, Tirkiyê ji bo kirîna pergala parastina esîmanî ya Rûsyayê S-400 ku paş de bikişe, hişyar kir.

Allen Lord wiha lê zêde kir ku komek ji hikumeta DYA’yê ya hevpar li ser ferzkirina cezayan dibe ku li dijî gelek kargehên Tirkiyê li gor qanûna dijhevrikên DAY’yê bên kirin, lêkolîn dike.

Li aliyekî dîtir jî Pentagonê dema guhartina kirîna fuzeyên Rûsyayê yên S-400 heta dawiya Tîrmehê da Tirkiyê.

Di vê derbarê de, Allen Lord da zanîn ku heke Tirkiyê heta 31’ê Tîrmehê dev ji kirîna fuzeyên Rûsyayê yên S-400 bernede, pîlotên Tirk ên ku li DYA’yê li ser balafirên F-35 perwerde dibin dê bên derkirin û dê peymanên ji kargehên Tirkiyê re ku parçeyên F-35 çêdikin, bê rakirin.

(fr/kc)