Hêzên Ewlehiya Dêrazorê pêşî li hewldanên êrîşên bombeyî girtin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêraozrê rê li ber 3 hewldanên êrîşên bombeyî girt û  çeteyek xwestin 2 mayînên bi cih bikin, girtin.

Hêzên Ewlehiya Dêrazorê pêşî li hewldanên êrîşên bombeyî girtin
Hêzên Ewlehiya Dêrazorê pêşî li hewldanên êrîşên bombeyî girtin
Hêzên Ewlehiya Dêrazorê pêşî li hewldanên êrîşên bombeyî girtin
Hêzên Ewlehiya Dêrazorê pêşî li hewldanên êrîşên bombeyî girtin
17 hezîran, 2019   15:38
DÊRAZOR

Tîmên Endizyariyê yê girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê mayinek ku li bajarokê Siwerê li ser rêyekê hatibû bih kirin bêbandor kirin.

Li aliyekî din, Hêzên Ewlehiyê çeteyekî ku hewl dida 2 bombe li nêzî pira bajarokê Sebahayê bi cih bike girtin û bombe bê bandor kirin.

Li ser gahiyên welatiyan ku cismekî bi guman li ser rêya giştî ya gundê Hîsan ê rojavayê Dêrazorê heye, Hêzên Ewlehiyê berî dan wî cihê û mayin bêbandor kirin.

ANHA