MSD`ê û rûspiyên Dêrazorê civiyan

MSD‘ê bi rûspiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê re civiyan. Di civînê de rewşa siyasî û xizmetguzarî hatin nîqaşkirin.

MSD`ê û rûspiyên Dêrazorê civiyan
MSD`ê û rûspiyên Dêrazorê civiyan
MSD`ê û rûspiyên Dêrazorê civiyan
MSD`ê û rûspiyên Dêrazorê civiyan
MSD`ê û rûspiyên Dêrazorê civiyan
17 hezîran, 2019   14:23
DÊRAZOR

Bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî yên siyasî li Sûriyê bigiştî û gundewarên Dêrazorê bi taybet û başkirina rewşa xizmetguzeriyê li herêmên gundewarên Dêrazorê ku nû rizgar bûne, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civînek bi beşdarbûna nûner û şêxên eşîrên herêmê li bajarokê Hecînê lidar xist.

Civîn li qada Meclisa Gel a  Hecînê bi beşdarbûna bi dehan şêx û rûsiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê re amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê MSD`ê li Dêrazorê endamê meclisê Hesen Koçer rewşa siyasî li Sûriyê bigiştî û li Bakurê Sûriyê bi taybet şîrove kir.

Hesen Koçer girîngiya yekbûna xaka Sûriyê teqez kir û wiha got: "Em dijî hemû planên parçekirina xaka Sûriyê ne, em hewl didin Sûriyê bi gel û xaka wê bibe yek."

Koçer îşaret bi rola şêx û nûnerên eşîrên di parastina yekbûna xaka Sûriyê de kir û teqez kir ku rola herî mezin li ser milê şêx û nûnerên eşîran dikeve, ku dikarin rewşa xizmetguzeriyê û ewlehiyê li herêmê pêş bixin.

Her wiha nîqaş û nirxandinên wan der barê daxwazên şêxên eşîran ji xizmetguzeriyê re û kêmasiyên ku herêmên nû rizgarkirî de der dikevin bê çarserkirin, çêbûn.

Di dawiyê de, endamên MSD`ê teqez kirin ku meclis dê ji bo jinûva rêxistinkirina herêmê di aliyê ewlehî û xizmetguzeriyê de alîkar be.

(jo)

ANHA