YPG`ê 4 şehîdên xwe bi bîr anîn

YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku li Serêkaniyê û Efrînê şehîd bûne, eşkere kirin.

YPG`ê 4 şehîdên xwe bi bîr anîn
YPG`ê 4 şehîdên xwe bi bîr anîn
YPG`ê 4 şehîdên xwe bi bîr anîn
YPG`ê 4 şehîdên xwe bi bîr anîn
YPG`ê 4 şehîdên xwe bi bîr anîn
16 hezîran, 2019   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku sala 2014`an li Serêkaniyê û 2018‘an di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

"Bi pêşketina şoreşa Rojava re têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê li herêmên bakure Sûriyê belav bû û bû têkoşîna gelan a hevpar a berxwedanê. Ev berxwedêriya biheybet a şoreşa Rojava vegeriya têkoşîneke herî bibandor Ii hember her cure terorîzm û dagirkeriyê, destkeftiyên girîng û dîrokî derxistine meydanê. Yek ji van berxwedanan a sala 2014 a li Serêkaniyê, yek jî Berxwedana Serdemê ya Efrînê bû. Hevrêyên me Agirî Qamişlo û Arî Zagros di sala 2014’an de li Serêkaniyê, Merwan Çiya û Serhed Partîzan jî di sala 2018’an de li Efrînê şehîd ketin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

*****

Nasnav: Agirî Qamişlo

Nav û paşnav: Nofa Hesen

Navê dayikê: Wisam

Navê bav: Qehreman

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn - Raco / 3 Adar 2018

*****

Nasnav: Arî Zagros

Nav û paşnav: Hewraz Kerîm

Navê dayikê: Necme

Navê bav: Îdrîs

Cihê jidayikbûnê: Hewlêr

Cih û dîroka şehadetê: Serêkanî - gundê Rawya / 28 Gulan 2014

*****

Nasnav: Merwan Çiya

Nav û paşnav: Ebdilrehman El-Ebid

Navê dayikê: Qeysi

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Efrîn- Cindirês / 22 Sibat 2018

*****

Nasnav: Serhed Partîzan

Nav û paşnav: Mihemed El-Hecî

Navê dayikê: Emun

Navê bav: Eladîn

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Serêkanî - gundê Rawya / 28 Gulan 2018