Li Silokê bombeyeke deng teqiya

Li navçeya Silokê ya rojhilatê bajarê Girê Spî bombeyeke deng bi erebeyekê ve teqiya.

Li Silokê bombeyeke deng teqiya
16 hezîran, 2019   11:47
GIRÊ SPÎ

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê ragihand ku li kantona Girê Spî bombeyeke deng bi erebeyekê ve li navçeya Silokê teqiya.  Di encamê e zirar negihîşte tu kesî û tenê zirar gihîşt erebeya ku bombe pê ve teqiyaye.

Nûçegihanan diyar kir ku bombe li ser rêya di navbera bajarê Girê Spî û navenda navçeya Silokê de li gundê Qesas hatibû danîn û di dema derbasbûna erebeyê de teqiya.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê kişfkirina teqînê de dest bi lêpirsînê kir.

(fr/kc)

ANHA