Şandeya Rojavayî gera xwe bi serdana Dêrikê didomîne

Şandeya ku ji 18 akademisyen, rojnameger, rewşenbîr û hiqûqnasan pêk tê ku ji gelek dewletên Ewropî û DYA’yê ne, serdana bajarê Dêrikê kir. Şandeyê bi gelek şervanên enternasiyonalîst ên ku li herêmê ne û ji wê jî zêdetir endamên Navenda Zanista Jineolojiyê re hevdîtin çêkir.

Şandeya Rojavayî gera xwe bi serdana Dêrikê didomîne
Şandeya Rojavayî gera xwe bi serdana Dêrikê didomîne
Şandeya Rojavayî gera xwe bi serdana Dêrikê didomîne
Şandeya Rojavayî gera xwe bi serdana Dêrikê didomîne
15 hezîran, 2019   13:33
QAMIŞLO

Şandeya akademisyan a ku di hefteya borî de hatiye herêma Bakurê Sûriyê gera xwe li herêmê didomîne. Piştî serdana bajarê Kobanê û hevdîtin bi rêveberiyê re pêk anî, îro serdana Navenda Togaya Enternasiyonalîst û Navenda Zanista Jineoliyê ya li Dêrikê kir.

Şande li herêmên Rojava digerin da ku tecrûbeyên Rêveberiya Xweser, destkeftiyên ku piştî şoreşê bi dest ketine, pêşketinên li herêmê rû didin, bi taybet derheqê zanist, rêveberiyê û destkeftiyên ku jinan di şoreşê de bi dest xistine de, bişopînin.

Şande ji gelek mamosteyên zanîngeha DYA’yê ne û ji wê jî zêdetir ji hemwelatiyê Îranê, Brîtanya û Îtalyayê ne. Ji wan jî professor Andrê Kurbasik, Professor Tarkul Mesbah, Eric Forman, Shannon Mawally, Laura Fanton, Epolita Frangis, Andrea Bain, Shannon Clarke, Manuel Skawab, Anna Olivia Aldri, Camelia Paul, rojnameger Diane Fire, Sabrina Melandes, Connor Hayes, Deja Kareem û Haven Conisser.

Di derbarê serdana li Navenda Togaya Enternasiyonalsîst de, nîqaş li  çawaniya têkoşîna şervanan li Rojava hate kirin. Her wiha Mîran Cûdî bal kişand ser felsefeya Neteweya Demokratîk û pêkanîna wê li ser erdê bi rêyên avakirina komîn, meclis û perwerdekirina ciwanan di hemû aliyan de.

Têkildarî mijarê, Cûdî wiha got: "Şervanên Togaya Enternasiyonalîst pirtûkek li ser şoreşa Rojava û pirsgirêkên ji ber êrîş û çemperkirinê dikîşînin de, bi taybet ji dest dewleta Tirkiyê, nivîsiye.”

Pirtûk a bi navê ‘Ka em Rojava şîn bikin’ dê wergerî gelek zimanên cîhanê bê kirin. Tê de şîroveyên derbarê pêşketina enerjiyê, parastina hawîrdorê, zanekirina ciwanan derbarê destkeftiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heyî de, hatine kirin.

Li aliyekî dîtir jî nîqaş di navbera şande û şervanên Togaya Enternasiyonalîst di derheqê gelek pirsgirêkên ku Rojava tê re derbas dibe û rêyên çareseriya wan de, hatin kirin.

Her wiha şandeyê serdana Navenda Zanista Jineolojyê jî kir û ji hêla rêveberiya navendê Pelîn Dicle ve hat pêşwazîkirin. Her wiha Pelîn li ser gelek dosye û aliyên girêdayî jinan agahî da.

Pelîn Dicle girîngiya vekirina Navenda Zanista Jineolojiyê û pêşketina wê di perwerdekirina zanista jineolioyê li Zanîngeka Rojava de şîrove kir.

Pelîn di berdewama gotinê xwe de  li ser naveroka pênaseya zanista Jinan û rolên ku jin di aliyên leşkerî, dîplomatî û civakî de di şoreşa Rojava de lîstiye, şîrove kirin.

Piştre şandeyê serdana Akademiya Birîndaran a li Rimêlan kir ku hevdîtinê bi gaziyên şer re pêk bîne.

(fr)

ANHA