Kongreya Gaziyên Şer bi girtina biryaran bi dawî bû

Kongreya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn bi avakirina meclisa gaziyan û standina biryaran bi dawî bû.

Kongreya Gaziyên Şer bi girtina biryaran bi dawî bû
Kongreya Gaziyên Şer bi girtina biryaran bi dawî bû
Kongreya Gaziyên Şer bi girtina biryaran bi dawî bû
Kongreya Gaziyên Şer bi girtina biryaran bi dawî bû
2 hezîran, 2019   16:55
QAMIŞLO

Kongreya Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku duh destpê kiribû, îro bi dawî bû.

Kongrê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi dirûşmeya "Em parêzvanên welatên xwe ji bîr nekin" û  beşdarbûna 143 delegeyan pêk hat.

Di roja yekemîn a kongreyê de axaftin bi navê Fermandariya Giştî ya QSD, Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Kampa Newroz a Penaberan hatin kirin.

Di roja duduyan jî rapora xebatên gaziyên şer a salekê û rêzikname hatin xwendin û nîqaşkirin. Bendên rêziknameyê ji aliyê piraniya delegeyan ve hate erêkirin.

Ji bo hilbijartina meclisa gaziyên şer dengdan pêk hat, di encamê de 39 endam hatin hilbijartin. Komîteya Disîplînê ji 7 endaman pêk tê.

Kongre bi girtina biryaran bi dawî bû.

Biyar ev in:

-Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka sereka ya têkoşîna me ya şoreşgerî ye. -Divê saziya gaziyên şer wekî saziyeke Rêber Ocalan bê dîtin ji ber ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan wekî bingeha xebatên xwe yên perwerdeyê û propogendayan de digire.

-Hemû biryarên Kongreya Star û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên der barê bicihanîna felsefeya Rêbertî û projaya netewa demokratîk de werin pêkanîn.

-Li hemberî hemû hewldanên qirkirina çanda me, exlaqê me, felsefeya netewa demokratîk û civaka azad têkoşîn were kirin.

- Li dijî hemû cûreyên modernîteya kampîtalîzêmê wekî Lîbralîzêm, ezeziyetî, madiyet û milkiyeta taybet têkoşîn were kirin.

- Li dijî rêgezên şaş (Xwespartina tenê li Hêzên Parastina Gel û  Hêzên Parastina Jin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, keyfiyet, gilî û gazincên domdar ji ber rewşê, şaştiyên dûbare têne kirin, nexweşiyên dirûnî ku têkoşîna me asteng dikin)  xebat were meşandin.

- Li dijî nêzîkatiyên ku kesan ji têkoşînê dûr dixe anî jê têkoşînê parçe dike, xebat were kirin.

-Parastina hemû gaziyan ji hewldanên biçûkxistinê û bê rêzdariyê.

- Parêznameyên Rêbertî bingeha perwerdekirinê ye.

-Ji ber pêwîstiya pêvajoyê divê hemû birîndar beşdarî perwerdeyên îdeolojî bibin.

- Hevalên perwerdeyên xwendin û nivîsandinê nedîtine, li gorî hêza wan dê beşdarî van perwerdeyan bibin da ku hê zêdetir pêşbikevin.

-Ji bingehê pêşxistina pîşeyên birîndaran, derfetên perwerdeyên tenduristî, ziman, ragihandin û teknelojyayê werin vekirin.

-Akademiyên bîrdozî yên (Şehîd Rizgar û Şehîd Deştî Amanos) yên bakurê Firatê û Akademiyia Şehîd Efrîn Efrînê wekî navendên pîşeyan yên navendî bê dîtin û şaxên wan li hemû herêman bê vekirin.

- Pêşxistin û xurtkirina dest û lingên çêker (Sînayî).

-Saziyên Alîkariyê ji bo gaziyan li Ewropayê bên vekirin û ji nû ve avakirina sazûmaniya rêxistinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriuyê û herêmên ku hejmara birîndaran lê zêde ne û rêxistinkirina saziyan li ser esasê alîkariyê.

-Bi armanca xurtkirina çalakiyan, divê sazî bîne avakirin û di aliyên hejmar û kalîteyê, teknelojiya, fîza û ragihandin de bêne pêşxistin.

-Girêdayî ragihandinê, belgefîlmek were çêkirin û bîranînên birîndaran bên nîvisandin.

-Xurtkirina têkiliyan bi Saziya Malbatên Şehîdan re.

-Têkildarî gaziyên di qadên şer de şehîd bûne, belge film bên derxistin û li ser wan werin nivîsandin.

-Saziya alîkariyê hemû pêwîstiyên gaziyan bi cih bînin û wan di aliyê tenduristiyê de pêş bixînin û li ser pîşeyan jî wan perwerde bikin.

-Ji bo çareserkirian pirsgirêkên ziyanên şer di aliyê dirûnî, tenduristî û aborî de divê saziyên alîkariyê bên vekirin.

-Têkiliyên bi gaziyên di girtîgehên Tirkiyê de were pêşxistin.

-Nêrîn û şîroveyên Rêbertî yên der barê Saziya Gaziyên Şer divê armanca me ya stratejîk bee û roleke akîtf di rêxistina parastina cewherî de be.

-Hemû gaziyên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî perwerdeyan bên kirin

- Ji bo azadiya Rêbertî di her qadan de çalakî bê kirin.

ANHA