Siûdiyan dest bi hemleya banga azadiya Ocalan kir

Çalakvanên Erebistana Siûdî dest bi belavkirina hashtagekê li ser Twitterê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Siûdiyan dest bi hemleya banga azadiya Ocalan kir
2 hezîran, 2019   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî ku tê de gelek dewletên herêmê jî beşdar bûn, hate girtin û birin zindana Îmraliyê. Desthilata Tirkiyê hemû cure û metodên derveyî qanûn û peymanên navdewletî bi mafên girtiyên siyasî, bi kar anîn. Herî dawî jî tecrîda girankirî ya ku li dijî Ocalan ji 2011’an ve pêk aniye û ya sal li pey salê girantir dikir.

Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê tevî rewşên neguncaw û tecrîda girankirî, projeya neteweya demokratîk bi rêya perspektîfên xwe yên ku banga biratiya gelan û mafên gelan di çarenûsê de dike, dest pê kir. Ramanên Ocalan di nav tevahiya gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de belav bûn.

Ji ber hizra Ocalan a ku li ser tevahî cîhanê belav bûye, roja şemiyê anku 1’ê Hezîranê, çalakvanên Erebistana Siûdî hashtaga “#FreedomOgalan” li ser tevnên civakî (Twitterê) ku tê de banga azadiyê û serbestberdanê tê kirin, dest pê kir.

Çalakvanê Erebistana Siûdî Abdulezîz El-Enez bi twittekê "#FreedomOgalan,heta wêneyê wî wan diêşîne, ji lew re bombebaran kir" tevî dîmenê topbaranên artêşa dagirkeriya Tirkiyê li dijî wêneyên Ocalan li çiyayekî Efrînê di dema êrîşa Tirkiyê de raber kir.

https://twitter.com/khashm1/status/1134515628549771265

Çalakvan Meha jî piştî derbasbûna 200 rojan ji hemleya greva birçîbûnê ku bi hezaran kurdistaniyan îtîraz li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye, twittek weşand. Dîmen wek serkeftina li dîjî dîktatoriya Erdogan a bi rakirina qedexeya li ser girtîgeha girava Îmraliyê ji 2011’an ve ferzkirî, dixuya.

https://twitter.com/almuhathabah/status/1134507833721073665

(fr)