Artêşa Tirk bajarokê Şiyûxa Jêrîn ê Kobanê topbaran dike

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker bajarokê Şiyûxa Jêrîn ê rojavayê bajarê Kobanê topbaran dikin.

Artêşa Tirk bajarokê Şiyûxa Jêrîn ê Kobanê topbaran dike
1 hezîran, 2019   18:53
 KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji bajarê Cerablusê, bajarokê Şiyûxa Jêrîn ê rojavayê bajarê Kobanê bi hawnan topbaran dikin.

Nûçegihanan diyar kirin ku bi kêmanî 6 top li zeviyên çandiniyê yên şêniyan ketin, der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker beriya hefteyekê jî 9 top avêtibûn bajarokê Şiyûxa Jêrîn, di encamê de rûbereke fireh a zeviyên genim şewitîn.

ANHA