Îran: Em ne li benda muzekereyên bi Washingtonê re ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Moswî got Îran di dema niha de ne li benda muzekereyan bi DYA`ê re ye û gelekî girîngiyê nade daxuyaniyên Trump.

Îran: Em ne li benda muzekereyên bi Washingtonê re ne
28 gulan, 2019   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê dan û standin ji dewletên Kendavê re pêşniyar kir, li bermaberî ku niha tu dan û standinan bi Amerîkayê re neke.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Ebas Moswî di civîna çapemeniyê ya îro de got dîplomasiya Îranê dest bi pêvajoyeke nû kiriye û wezîrê karên derve yê Îranê dê dan û standinan bi dewletên din re bike.

Moswî wiha got: "Dewletên başûrê Kendavê yek ji dewletên cîran ên Îranê ne û fikra îmzekirina bi wan re li ser hevpeymana ku tu êrîşan nekin, ne nû ye. Ew ji aliyê wezîrê karên derve ve di çarçoveya kombûna diyaloga herêmî de hate nîşandan."

Her wiha Moswî ragihand ku di dema niha de Îran ne li benda muzekereyên bi DYA`ê re ye û gelekî girîngiyê nade daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump û ya girîng guhertina rê û rêbazên DYA`ê ye.

Moswî bang li dewletên Ewropayê kir ku di peymana nukleerî de bi erka xwe rabin.

(jo)