Jinên Minbicê: Berxwedan dê dewam bike

Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên Wê destnîşan kir ku ew ê di rêya berxwedanê de bimeşin heta ku azadiya Ocalan pêk tê.

Jinên Minbicê: Berxwedan dê dewam bike
28 gulan, 2019   10:11
 MINBIC

Bi hezaran girtiyên Kurd di zindanên dewleta Tirkiyê de û bi sedan çalakvan û siyasetmedarên Kurd bi serkêşiya Leyla Guven çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir, ew yek jî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat.

Der barê mijarê de, Meclisa Jinan a Minbicê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya meclisê Nadiya Milhim ve bi beşdariya bi dehan jinan hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi navê jinên Minbicê ji sembola berxwedanê ji destpêka mirovahiyê û jinan ku însiyatîfa di guhertina dîrokê û derxistina civaka ber bi azadiyê ve, jin bûn sembola wefadarî û lehengiyê ji Zenûbiya, Xewla Bin Ezher, Kleopetra û Xensaa heta Leyla Qasim, Barîn, Avesta û Sakîne Cansiz.”

Jinên Minbicê di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Îro roj ji me re sembolek ji sembolên berxwedanê dayik kir, ew Leyla Guven jina bihêz ku di zindanên Tirkiyê de kete greva birçîbûnê û ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikarin heta di hundirê zindanan de jî li ber xwe bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek jinên Minbic piştgiriya berxwedana mezin dikin û soza dewamkirina rêya têkoşînê di hemû qadan de didin heta ku ew digihîjin azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

(jo)

ANHA