3 girtiyên di grevê de rakirin nexweşxaneyê

3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a li navçeya Menemen a Îzmîrê ji 1’ê Adarê û vir ve li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne rakirin nexweşxaneyê.

3 girtiyên di grevê de rakirin nexweşxaneyê
21 gulan, 2019   16:05
NAVEDNA NÛÇEYAN

Girtiyên bi navê Mîro Çalgi, Ramazan Îşikli û Yîgît Uste ên li Girtîgeha Tîpa T a li navçeya Menemen a Îzmîrê ji 1’ê Adarê û vir ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne rakirin nexweşxaneyê. Li ser rewşa girtiyan agahî nehatin girtin.