‘ Konvoyek efserên Tirk derbasî Idlibê dibe‘

Çavkaniyên ji "herêma bêçek" diyar kirin, konvoyeke leşkerî ya dagirkeriya Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlibê bû. Tê texmînkirin ku konvo ji efserên Tirk pêk tê.

‘ Konvoyek efserên Tirk derbasî Idlibê dibe‘
21 gulan, 2019   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji "herêmên bêçek", konvoyek artêşa Tirk a dagirker ji devera Keferlosîn derbasî parêzgeha Idlibê ya Sûriyê bû û ber bi başûr ve ket rê. Konvo ji 5 wesayîtên "Jeep" û wesayîtên bi doçkaya navîn barkirî pêk dihat. Çavkaniyên ji herêmê texmîn dikin ku konvo ya bi efserên Tirk be.

Çavkaniyan diyar kirin ku ev konvo ne ji bo veguhestina dewriyeyên leşkerên artêşa dagirker li nuqteyên çavdêriyê ye. Lê bal kişand ku mîna konveya efserên Tirk ku di dema dawî derbasî Idlibê bû û hevdîtin bi serçeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" re kir.

Di demekê de ku Tirkiyê û Rûsya diyalogan qaşo ji bo agirbestê li Idlibê pêk tînin, Tirkiyê qeweta xwe ya leşkerî ber bi Idlibê ve dişîne da ku destekê bibe çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam. Çeteyên wê qebûl nekirin derkeve ku ji rejîma Sûriyê xwest ku ji herêmên di bin serweriya wê de vekişine.