Hêzên Koalîsyona Erebî li Sade bi pêş de diçin

Şerê di navbera hêzên Yemenê ku destekê ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî digirin û di navbera koma Ensarellah Hûsî de li navenda parêzgeha Sade didome. Hêzên Yemenê ragihand ku îro di saetên sibê de li herêmê bi pêş de çûn.

Hêzên Koalîsyona Erebî li Sade bi pêş de diçin
21 gulan, 2019   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên artêşa Yemenê ku destekê ji Koalîsyona Erebî digire, îro ragihand ku ew bi alîkariya balafirên şer ên koalîsyonê li midûriyeta Hoşe ya parêzgeha Sade baregeha sereke ya koma Ensarellah Hûsî li bakurê welêt, bi pêş de diçin.

Li gorî El-Erebiye Net diyar kir ku fermandarê Lîwa 9`emîn a hêzên parastina sînor serbaz Mihemed El-Emlîsî ragihandiye ku hêzên artêşê li midûriyeta Heşwe pêşde diçin û hêzên milîsên Hûsî jî têk çûn.

Her wiha diyar kir ku çiyayê Nehdên, Semer û Zîbe yên nêzî navenda midûriyeta Heşwe, xistin bin serweriya xwe.

Berdevkê fermî yê hêzên koalîsyonê serbaz Tirkî Malikî destnîşan kir ku koma Ensarellah Hûsî yek ji navendên zindî li bajarê Nicran ku sivîl lê dimînin, bi firokeyên bêpîlot ku madeyên teqemenî radikirin, kir hedefa xwe.

(bx)