Bi dîmen, operasyona QSD`ê ya paqijkirina bejahiya Dêrazorê

Di operasyona QSD‘ê li dijî bargeh û tunelên şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li gundewarên Dêrazorê de 20 çete hatin girtin. Her wiha gelek çek û cebilxane jî dîtin. Di vê dîmenê de amadekariyên şervanan beriya çalakiyan diyar dibe.

Bi dîmen, operasyona QSD`ê ya paqijkirina bejahiya Dêrazorê
16 gulan, 2019   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di vê çaroçoveyê de navenda Ragihandinê ya QSD‘ê got hêzên wan duh di saetê sibê de  ji roja 15‘ê Gulana 2019‘an li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên veşartî û bargehên wan dest bi operasyoneka paqijkirina herêmê kiribû.

QSD‘ê diyar kir ku di operasyonê de 20 terorîst hatin girtin û hin bargeh û du tunelên ku çeteyan ji bo êrîşkirinê bi kar dianîn hatin dîtin, her wiha rêjeyek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Di vî dîmenî de amadekariyên operasyonê û paqijkirina herêmê ji terorîstan, diyar dibe.

ANHA