Kurdistaniyên Lubnanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Weqfeya Newroz a Çand û Civakî li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi bo boneya Cejna zimanê Kurdî şahiyek lidar xist.

Kurdistaniyên Lubnanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Kurdistaniyên Lubnanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Kurdistaniyên Lubnanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
16 gulan, 2019   07:04
BEYRÛT

Weqfeya Newroz a Çand û Civakî li paytexta Lubnanê Beyrût bi bo boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyek lidar xist. Şahî li navenda weqfeyê duh hat lidarxistin. Bi dehan kurdên li Lubnanê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de ji rêveberên weqfeyê Henan Osman axivî û Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Paşê stranên şoreşgerî hatin gotin û xelekên dîlanan hatin gerandin.

(bx)

ANHA