Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Saziya Zimanê Kurdî yekemîn navenda lêklonên têkildarî zimanê kurdî, komkirina peyvan û amadekariyên ferhengên zimanê kurdî vekir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn navenda lêkolînên zimanê kurdî vebû
15 gulan, 2019   12:26
QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî îro anku di roja 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda yekemîn a lêkolînên ziman li bajarê Qamişlo vekir.

Vekirina navendê bi beşdariya hevseroka Komîteya Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko, şervanên YPG û YPJ`ê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, endamên Saziya Zimanê Kurdî û bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo pêk hat.

Dê di navendê de, der barê zimanê kurdî de, yên wekî têkiliya wateya peyvên zimanê kurdî bi xwezayê re, dayik û dîrokê re, her wiha da ku asta zimanê kurdî di aliyên xwendin û nivîsandinê de were xurtkirin, komkirina gotinên ku ji bşr bûne, da ku werin tomarkirin û amadekirina ferhengekê ji bo zimanê kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lêkolîn dê werin kirin.

Li navendê wêneyên şehîd Agîd Cîlo ku serkêşekî xebatên zimanê kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û di meha Sibatê de şehîd bûbû, hate daliqadin.

Di merasîma vekirina navendê de, yek ji endamên beşa lêkolînan di Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Gulê Hesen û li ser navê Komîteya Perwerdeya Zimanê Kurdî Menal Mihemd Emîn axivîn.

Axaftvanan bal kişand ser berhemên berdêlên mezin ku şêniyên Bakur û Rojihlatê Sûriyê di oxira azadî û rûmeta xwe dane. Her wiha diyar kirin ku zimanê kurdî giyan e û bêyî zimanê dayikê tu civak nikarin xwe û  nasnameya xwe nas bikin.

Di merasîma vekirinê de, Saziya Zimanê Kurdî spasname ji Meclisa Malbatên  Şehîdan a Herêma Cizîrê û YPG`ê re pêşkêş kirin. 

Di dawiya merasîma de, navend ji aliyê Kefaa Alî ve ku hevsera şehîd Yasir Xanikê ye ku di pêngava rizgarkirina Şedadê de şehîd bûbû, hate vekirin.

(eh)

ANHA