`Komxebatê asta yekbûna gelê Sûriyê ispat kir’

Endamên Yekitiya Rewşenbîran ên Dirbesiyê yên ku beşdarî Komxebata Êlên Sûriyê bûne gotin: “Encamên komxebatê erênî bûn. Komxebat asta hevgirtin, hêza gelê Sûriyê û baweriya wî bi rêgeza jiyana hevpar diyar kir. Komxebat jî wek nameyek biryardar e ji tevahiya aliyên dijberî projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.”

`Komxebatê asta yekbûna gelê Sûriyê ispat kir’
9 gulan, 2019   05:51
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Bi dirûşmeya `Êlên Sûriyê civakî û hevpeymana civakî diparêzin` di 3`yê Gulanê de Komxebata Êlên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê lidar ket. Zêdetirî 5 hezar kesayet ji şêx û rûspiyên êlên tevahiya herêm û bajarên Sûriyê û hejmarek ji kesayetên rewşenbîr ên Sûriyê beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de rûspiyên êlan girêdana wan bi yekitiya xaka Sûriyê û parastina wê tekez kirin.

Endamên Yekitiya Rewşenbîran ên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê beşdarî komxebatê bûn. Endaman destnîşan kirin ku encamên komxebatê erênî bûn û yekitiya gelê Sûriyê teqez kirin.

Rewşenbîr Ekrem Derwîş destnîşan kir ku komxebat gelek girîng bû û wiha got: “Di dema ku gelek dewlet hewl didin Sûriyê parçe bikin lidar ket. Komxebat girêdana gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhatiyên xwe ve  bi yekîtiya xaka Sûriyê û parastina wê diyar kir.”

Derwîş komxebat bi gavek erênî wesifand û got: "Em îro dibînin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê dîwar lêdike. Lê ev komxebat ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyê, derxistina dagirkeran û belavkirina fikrê demokratîk di navbera gelê wî de armanc dike."

Endamê rêveber ê Yekîtiya Rewşenbîran a Dirbesiyê Ehmed Silêman got: "Komxebat bi navê êlên Sûriyê lidar ket. Wek sîwanek bû ji bo ku pêkhateyên Sûriyê piştgiriya hev du bikin da ku pêwîstiyên gelê Sûriyê peyda bikin. Her wiha ji tevahiya cîhanê re diyar bû ku gelê Sûriyê yekîtiya xakê armanc dike û ew amade ye ku li hemberî her êrîşkerê bisekinin."

Silêman di berdewama gotinên xwe de wiha got: "Ev komxebat ji rejîma Sûriyê re diyar kir ku wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em naxwazin Sûriyê parçe bibe. Em bi yekîtiya xaka Sûriyê re ne. Lê em dixwazin di nav Sûriyeyek federal û demokratîk de bin û tevahiya pêkhateyên wê mafê xwe bi dest bixin. Tişta diyar ji komxebatê ew e ku, komxebata Sûrî bû."

Têkildarî encamê komxebatê Silêman ev tişt anî ziman: "Encamên komxebatê erênî bûn. Gelekan ew tişt texmîn nedikir . Zêdetirî 5 hezar ji şêx û rûspiyên bajar û herêmên cuda yên Sûriyê beşdar bûn. Axaftin û daxuyaniya êlên beşdar, yekîtiya xaka Sûriyê û piştgiriya QSD`ê teqez kirin. Ji ber wê em dibînin ku komxebat bi tevahiya pîvanan serkeftî bû û encamnameya dawî ew tişt isbat kir."

Di dawiyê de Silêman got: "Ji bo ku em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin wek pêkhateyên Sûriyê hevgirtin pêwîst e."

(şx)

ANHA