Li Şehbayê turnuvaya futbolê dest pê kir

Li kantona Şehbayê turnuvaya deste û saziyan a salane ya herêma Efrînê, bi navê Turnuvaya Şehîd Ehmed Cilûsî bi beşdariya 14 tîmên futbolê dest pê kir.

Li Şehbayê turnuvaya futbolê dest pê kir
Li Şehbayê turnuvaya futbolê dest pê kir
6 gulan, 2019   09:20
ŞEHBA

Desteya Ciwanan û Werzîşê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Efrînê, Turnuvaya  Şehîd Ehmed Cilûsî ya deste û saziyan a salane ya futbolê û bi beşdariya 14 tîmên ku dabeşî 4 koman bûne, organîze kir.

Tîmên beşdarî turnuvayê bûne ev in: Ragihandin, Desteya Tenduristiyê, Meclisa Kantona Şehbayê, Heyva Sor a Kurd (A), Desteya Ciwan û Werzîşê, Dêr, Desteya Çand û Hunerê, Desteya Kar û Barên Civakî, Mamosteyên Şêrawa, Desteya Parastinê, Desteya Perwerdeyê ya Şehbayê, Heyva Sor a Kurd (B) û Desteya Perwerdeyê ya Efrînê.

Maçên (pêşbirk) turnuvayê li stada gundê Babinsê yê navçeya Fafînê dê werin lidarxistin û her roj dê 2 maç werin lidarxistin.

Tîmên Desteya Ciwan û Werzîşê û Dêr di maça yekemîn de hatin hemberî hev û bi serkeftina tîma Desteya Ciwanû Werzîşê bi 9 golan beramberî 2 golan bi dawî bû. Her wiha maça duyemîn jî ji tîma Heyva Sor a Kurd û Desteya Çand û Hunerê pêk hat û bi serkeftina tîma Desteya Çand û Hunerê bi skora 8-5 bi dawî bû.

Tê payîn ku maçên turnuvayê mehekê dirêj bike û tîma ku dê bi ser bikeve, dê xelata serkeftinê wergire.

(eh) 

ANHA