Merenazê planên Rûsya û Tirkiyê têk birin

Da ku binketinên xwe veşêrin û peymana Tirkiye û Rûsyayê pêk bînin, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji nişka ve êrîş bir ser gundên Merenaz û Malikiyê bi armanca dagirkirinê. Lê hewldanên wan piştî kuştina zêdetirî 40 çeteyan, bi bin ketin. Ev yek jî senaryoyên berê ku li herêmê pêk hatine, tîne bîra mirov.

Merenazê planên Rûsya û Tirkiyê têk birin
5 gulan, 2019   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN - NÛRHAT HESEN

Beriya bûyeran

Beriya çend rojan di navbera Rûsya û Tirkiyê de li bakurê rojavayê Sûriyê civînek li dar ket. Çavkaniyeke çavdêr ji Idlibê raber kir ku armanc ji civînê, çalakiya pevguherandineke din e ku herêma Cisir Şixur a Idlibê bi Til Rifatê ya kantona Şehbayê re biguherînin. Lê bersiva xurt hevsengî berovajî kir.

Ya hatiye tekezkirin, ew e ku pevguhartin di navbera Rûsya û Tirkiyê de bû ku Rûsya bi tundî êrîşî herêma Cisir Şixur bike. Li rexê jî Tirkiye êrîşî Til Rifatê bike ku hejmareke mezin ji şêniyên Efrînê ku ji neçarî û bi sedema dagirkeriya Tirk koçberî wir bûne, dihewîne.

Êrîşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gundên Merenazê û Malikiyê û hatina wezîrê parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulusî Akar a bajarê Hatayê ya li gel sînorê Sûriyê, nîşaneyek e ku planek di herêmê de tê meşandin.

Senaryoyên din ên mîna berê

Di sala 2016’an de piştî komên şoreşger bajarok û gundên kantona Şehbayê rizgar kirin, peymanek di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat ku dagirkeriya Tirk bi balafiran êrîşî Til Rifatê û herêmê bike. Dema vekirina deriyê hewayî ya êrîşkirinê 3 roj bûn.

Tevî ku dagirkeriya Tirk di wê demê de ter û hişk pev re şewitand, lê nekarî bi pêş de biçe. Ji ber ku li hember berxwedaneke bêhempa ya komên şoreşger ku bi piştgiriya YPG’ê ji Efrînê hatine, hat kirin.

Plana Rûsya û Tirkiyê wê demê, taxên rojhilatê Helebê li hember Til Rifatê bûn. Lê piştî binketinê, Rûsyayê kaxeza Cerablus, Bab û Ezazê li hember wan taxan meşand.

Şerê Eyn Deqneyê yê dîrokî

Roja 27’ê Nîsana 2017’an bi sedan çeteyên girêdayî Tirkiyê êrîşî gundê Eyn Deqne yê kantona Şehbayê kir. Lê rastî berxwedana efsanewî ya komên şoreşger û YPG’ê hatin.

Piştî berxwedaneke mezin, komên şoreşger û YPG’ê çete li gund dorpêç kirin û di encamê de 100 çete hatin kuştin. Hejmareke mezin ji çeteyên artêşa sunnî hatin kuştin û piştre tev li komên çete yên dîtir bûn.

Li Merenazê dîsa pevguherandina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo Til Rifat û Cisir Şixurê wekî çawa planên berê jî bi bin ketin, têk çûn. Lê piştî kuştina serbazê Tirk û zêdetirî 40 çeteyan di her du gundên stratejîk de ku ji bo bajarokê Minixê û balafirgehê û bajarê Til Rifatê stratejîk in.

(fr)

ANHA