Sîhanok Dîbo: Êlên Sûriyê peyama xwe gihandine Şamê ku ew ji diyalogê re amade ne

Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriye ya Demokratîk Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku êlên tevlî Komxebata Êlên Sûriyê bûne, êlên resen û niştîmanî Sûrî ne. Dîbo diyar kir ku êlan peyama xwe gihandine Şamê ku ew ji diyaloga ku aloziya Sûriyê çareser dikin re amade ne.

Sîhanok Dîbo: Êlên Sûriyê peyama xwe gihandine Şamê ku ew ji diyalogê re amade ne
5 gulan, 2019   05:16
EYN ÎSA

Roja Înê Komxebata Êlên Sûriyê bi dirûşmeya `Êlên Sûriyê civaka Sûriyê û hevpeymana civakî diparêze` li bajarokê Eyn Îsayê bi sponseriya MSD`ê li dar ket. Derdora 70 êl û qebîleyên Sûriyê yên resen ji tevahiya pêkhate û olî yên herêmên Sûriyê tevlî komxebatê bûn.

Girêdayî makenîzmeya komxebatê û daxuyaniyên hin aliyan ajansa me hevdîtinek li gel endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Sîhanok Dîbo çêkir.

Dîbo komxebat li gorî armancên ku komîteya amadekar daniye bi erênî wesifand.

Dîbo destnîşan kir ku ev komxebat e, ne wekî hinekan wesifkiriye kongre ye. Ji ber ku ciyawaziyek berfireh ji aliyê amadekirin, erk û biryarên ku jê derdikevin heye.

Dîbo destnîşan kir ku aliyên tevlî komxebatê bûne, êlên Sûriyê yên resen ji rêza yekemîn in û rûspiyên civaka Sûriyê ne.

Dîbo bi bîrxist ku MSD`ê bi armanca diyarkirina stratejiya piştî têkçûna DAIŞ`ê, li ser rêgezên domdar û redkirina her komployek li dijî herêmên Sûriyê komxebat lidar xist.

‘Rêveberiya Xweser teşeya herî guncaw e ji bo derxistina Sûriyê ji rewşa xwe ya perçebûyî’

Girêdayî tewanên hindek aliyên derve ên li ser Rêveberiya Xweser Dîbo got: "Rêveberiya Xweser teşeya herî guncaw e ji bo derxistina Sûriyê ji rewşa wê ya perçebûyî ye. Ew tewan ne rast in û Rêveberiya Xweser parçebûnê red dike. Li dijî ajandeyên herêmî ku hewl didin Sûriyê parçe bikin disekine.”

Dîbo bal kişand ser peyama komxebatê û wiha got: “Tevahiya herêmên Rêveberiya Xweser ji parçebûnê û vegera rêjîma desthiltdar re asê ne.’

‘Em ji diyalogê re amade ne, lê ne ji lihevkirinê re’

Dîbo diyar kir ku ji bilî armanca sereke ya komxebatê, ew dixwazin peyamekê bighînin Şamê ku herêm ji her diyalogekê yan jî prosesek siyasî ku aloziyê çareser re dike amade ne. Dîbo got: “Lê ne wek lihevkirinên ku li Qelemûn, Deraa û El-Xûta pêk hatine. Ji ber ku ew herêm şertên lihevkirinê pêk anîn.’

Dîbo wiha domand: "Em hewl didin danûstandin û pirsgirêkan bi çavdêriya navneteweyî pêk bînin û çareser bikin. Lê em ne amade ne ku lihevkirin, mîna ku dixwaze pêk were û pergala navendîbûnê vegere."

Dîbo di nav gotinên xwe de teqez kir ku êlên tevlî komxebatê bûne, helwestên xwe yên girêdayî rewşa Sûriyê, daxwaz û stratejiyên xwe ji bo çareseriyê teqez kirine. Dîbo wiha domand: “Her wiha rexneyên xwe bi armanca pêşxistinê gihandin MSD`ê û MSD`ê bi awayekî vekirî ew rexneyên ku destkeftiyan diparêzin qebûl kirine. Boneya ku li Eyn Îsayê roja Înê li dar ketiye bi daweta niştîmanî, gavek girîng ji bo vegerandina Sûriyê ji rewşa parçebûnê ye.”

‘Daxuyaniyên rêjîma Sûriyê yên girêdayî  komxebatê binkeftina rêjîmê di civînên çareseriyê de diyar dike’

Di berdewama hevdîtinê de Dîbo destnîşan kir ku MSD armanc dike ku aloziya Sûriyê li gorî danûtsandin û prosesa siyasî bi rêbazên aştiyane çareser biki. Dîbo got ne ku mîna di civînên Astana û Cinevê de.

Dîbo destnîşan kir ku daxuyaniyên rêjîma Sûriyê yên girêdayî komxebatê binkeftina wî di civînên çareseriyê de diyar dike.

Di dawiya hevdîtinê de endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Sîhanok Dîbo got: “Komxebata êlan wê ne ya dawiyê be. MSD di vê riyê de berdewam e. MSD dixwaze nêrînan nêzî hev bike û rêgezên welatparêzî û rêgirtina li pêşiya komployên li dijî Rêveberiya Xweser teqez dike. Hertim hewl didin rêbazên wan pê werin îtîrafkirin di serî de diyalog, danûstandin û pêkanîna rêjeya herî mezin ji kombûna Sûrî.”

(şx)

ANHA