Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bi biryaran bi dawî bû

Yekemîn Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava ku du rojan dewam kir bi avakirina meclisa şêwirî û girtina biryaran bi dawî bû.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk bi biryaran bi dawî bû
28 nîsan, 2019   15:24
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan" duh yekemîn Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi beşdarbûna 300 delegeyan û gelek mêvanan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan dest pê kir.

Bernameya roja yekemîn a kongreyê bi axaftina beşdaran bi rêve çû. Di roja duyemîn de rapora salane ya xebatên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava hat xwendin û nîqaş li ser hate kirin, her wiha rêzikaname hate xwendin û bendên wê hatin şîrovekirin.

Rêzikaname ji aliyê hemû delegeyan ve hate erêkirin.

Piştre jî Meclisa Şêwirî ku ji 25 endaman pêk tê hat hilbijartin. Mele Mihemed Reşîd Xerzanî wekî sevserokê meclisê hat hilbijartin, hevseroka jin dê demê pêş de were hilbijrtin.

Xebatên kongreyê bi girtina biryaran bi dawî bû. Biryarên hatin girtin ev:

-Navên Yekîtiya Oldarên Musliman û Yekîtiya Saziyên Jinên Musliman bi navê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate guhertin.

-Navenda Kongreyê li kantona Hesekê dê were vekirin,  ji ber ku dikeve navîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Di demekê pêwîst e, Akademiya Îslama Demokratîk were vekirin û navenda wê dê li kantona Qamişlo be, her wiha peymangehên olî werin vekirin.

- Vekirina peymangehên ezberkirina Quran, suneta nebewî û exlaqê civakî.

-Vekirina Navneda Lêkolînên Ol û Baweriyan ku navenda wê li kantona Qamişlo be.

-Kongrê hewl dide şaxên xwe li gelek dewletan vekin da ku pira têkiliyan bi wan re ava bikin.

-Kongrê hewl dide navenda lêkolînên Îslamî veke.

-Kongrê hewl dide ji bo xizanan malekê veke û pêşniyar dike ku navê Şehîdên Kurdistanê lê bike.

-Kongrê hewl dide komeleyeke xêrxwaziyê bi navê (Komeleya Aştyia Mirovî) veke navenda wê li avahiya kongreyê ya kantona Hesekê be , her wiha dê şaxên wê li herêmên din veke.

-Hemû mizgeftên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bi rêxistinkirin û li gel kongreyê werin arşîfkirin. Her wiha hemû kesên bi wan mizgeftan ve mijul dibin dê erkên wan li gel kongreyê bêne nûkirin.

-Hemû endamên kongreyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava du salan de li ser rêzikane û fikrê îslama civakî û demokratîk werin perwerdekirin.

- Ji bo pêşniyar û nivîsandina mijarên xutbeyên înê komîteyek taybet were avakirina.

-Ji bo rêxistina  karê rojane yên saziyên kongreyê û danîna bernameya kar komîteyek were erekedarkirin.

-Jin di hemû sazî û komîteyên kongreyê de cih bigire.

ANHA