Gundî li dijî çeteyên El-Nusra derketin: 12 çete hatin kuştin

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam xwest welatiyên ji gundê Ferwan ê rojhilatê başûrê Idlibê bigirin. Şêniyên gund li ber xwe da û di encamê de di navbera çete û şêniyên gund de şer derket û 12 çete hatin kuştin.

Gundî li dijî çeteyên El-Nusra derketin: 12 çete hatin kuştin
27 nîsan, 2019   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet Nusra ya berê) ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digire, bi ser bi gundê Ferwan ê bejahiya başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê de girt ku welatiyên gund bi tawana dozên cînayetê bigirin.

Çavkanî destnîşan kir ku şêniyên gundê Ferwan li dijî çeteyan derketin. Ji ber wê di navbera şênî û çeteyan de şer derket. Çavkanî destnîşan kir ku şêniyên gund derfet neda çeteyan ku welatiyan bigirin û di encama şerê di navbera wan de derket, 12 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku di nava lîsteya terorê ya navdewletî de ye, hatin kuştin.

Li gorî çavkanî ku piştî şêniyên gund erebeyeke leşkerî ya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam rûxand, 12 çete hatin kuştin, her wiha çeteyan hêza xwe li derdora gund zêde kir. Her wiha wêneyê erebeya leşkerî ya Heyet Tehrîr El-Şam ku hatiye rûxandin, çavkanî ji ajansa me re şand.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dewriyeyên xwe li herêmên di bin dagirkeriya Cebhet Nusra de derdixe.

(bx)

ANHA