HRE‘yê li Bab û Mareyê li çeteyan xist

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çarçoveya reçalakiyên hêzên wan ên li Bab û Mareyê de herî kêm 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

HRE‘yê li Bab û Mareyê li çeteyan xist
26 nîsan, 2019   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên di 24 û 25‘ê Nîsanê li dijî dagirkeran li Bab û Mareyê daxuyaniyek weşand. HRE‘yê diyar kir ku di çalakiyan de herî kêm 5 çete hatin kuştin û hejmareke çek û amûrên leşkerî yên çeteyaên hatin desteserkirin

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

" Di dîroka 24‘ê Nîsanê de, hêzên me erebeyeke leşkerî ya çeteyên bi navê Ceyş El-Wetenî li derdora herema Mareyê hedef girt, di encam de erebe hat rûxandin lê di derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidest xistin.

Di dîroka 25‘ê Nîsanê de, hêzên me ji du milan ve êrîş birin li ser du baregehên çeteyên bi navê Firqet El-Hemzat li gundê Daxlibaş a girêdayî herema Babê û di encam de li herêmê şerê rû bi rû qewimî. Komek çeteyên din yên ku bi armanca destwerdanê hatin herêmê jî ji alî şervanên me ve hatin hedef girtin. Li vir 4 çete hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn.

Li heman herêmê şervanên me mayînek bi motorsiklêtekî çeteyan de teqand, di encamê de 1 çete hat kuştin û 1 jî birîndar bû.

Di encama çalakiyan de herî kêm 5 çete hatin kuştin, 4 çete jî brîndar bûn. Herwiha hejmarek çek û amûrên leşkerî ji hatin desteserkirin.

3 çekên AK-47
1 çeka M240
1 Telefon"

ANHA