Monitor: Tirkiyê bi saya Rûsan Kurdên Sûriyê ji danûstandinan  dûr xist

Malpera Monitor got ku Tirkiye bi saya hevkarê xwe Rûsyayê karî Kurdan ji hevdîtinên Astanayê dûr bixîne weke çawa ji hevdîtinên Cinevê dûr xistine.

Monitor: Tirkiyê bi saya Rûsan Kurdên Sûriyê ji danûstandinan  dûr xist
25 nîsan, 2019   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê Amêrkî yê Monitorê destnîşan kir ku berpirsên payabilind ên Tirkiyê, Îran û Rûsyayê îro li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan kom dibin da ku beşdarî toreya dawîn ji danûstandinên aştiyê ya Sûriyê bibin.  

Li gorî nûçegihan, Nûnerê Taybet ê NY`î li Sûriyê Geir Pedersen tev li danûstandinên Kazaxistanê dibe, piştî ku li Cinêvê bi nûnerê DYA`ê li Sûriyê James Jeffrey re civiya.

Monitor texmîn dike ku di vê civînê de avakirina komîteya destûrî were ragihandin da ku destûrek nû ji Sûriyê re deyne. Ji ber nerazîbûna rêjîma Sûriyê li ser hindek bendan avabûna komîteyê dereng ma.

Lê televizyona girêdayî dewleta Tirk bi bîr xist ku Pedersen serokê rêjîma Sûriyê iqna kiriye.

Monitor destnîşan kir ku hewldanên berê yên avakirina komîteyê ji ber nakokiyên di kêliya dawîn de têk çûn û dibe ku li Nûr Sultan carek din ev tişt dubare bibe.

Monitor tekez dike ku Tirkiyê bi saya hevkarê xwe Rûsya Kurdên Sûriyê ji komîteyê dûr xistin mîna ku çawa ji hevdîtinên NY`î kirine.

Malper texmîn dike ku rewşa Idlibê dê li ser masayê be. Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin ev tişt tekez kir û got: "Em ê rewşa li ser erdê nîqaş bikin. Ji bo tunekirina vê tehdîdê divê tişta ku ji me tê xwestin em bikin, bi taybet tehdîda niha ji berîka terorê ya li Idlibê."

Di geşedanek têkildar de, Rûsya got ew dê bifikire ku balafirên xwe yên şer bifroşe Tirkiyê, eger Amerîka gefên xwe ya rawestandina balafirên şer F35 ji Tirkiyê re bîne cih.

Alexander Mekhiev serokê şirketa Rosoborone Export a çekan a Rûsyayê got: "Eger aliyê Tirk ji me pêkanîna diyalogê bixweze em ê amade bin."

(şx)

ANHA