Artêşa Îsraîlê gule li cotkar û masîgeran reşand

Artêşa Îsraîlê di dema pêngava ewlehiyê ya li herêmên cuda cuda ji Dufa El-Xerbiyê dabû destpêkirin de, zêdetirî 5 kesên filistînî giritin, her wiha artêşê gule li cotkar û masîgirên Xezayê barandin.

Artêşa Îsraîlê gule li cotkar û masîgeran reşand
25 nîsan, 2019   09:52
XEZA

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre, çavkaniyên Filistînê, ragihand ku artêşa Îsraîlê, piştî ku bi ser malên Filistînê de girtin û mal û milkên wan wêran kirin, zêdetirî 5 kesan giritin.

Nûçegihanê me anî ziman ku, artêşa Îsraîlê, da welatiyên Filistînî kontrol bike bendên leşkerî li têketinên cuda li yên bajarên Dufa El-Xerbiyê danîne.

Têkildarî mijarê dezgehên Îsraîlê diyar kirin ku artêşa Îsraîlê kesên ku bi îdîayên sûcdariyê li dijî artêşa rabûne, girtine.

Nûçegihê me ji Xezayê got ku artêşa Îsraîlê dema ku cotkar û masîgir ser karê xwe bûn, gule li wan reşandin.

Li gorî agahiyên Sendîqeya Masîgirên Filistînê, duh artêşa Îsraîlê keştiya masîgirekî, dema ku di nava deryaya Xezayê de wêran kirin.

(eh)

ANHA