Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir

25‘ê Nîsana 2017‘an dewelata Tirk a dagirker bi balafiran Navenda Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya li Qereçoxê bombebaran kir. Di encamê de 20 şervan şehîd bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember vê êrîşê rabû ser piyan. Gel êrîş wekî destedayîna Tirkiye bi çeteyên DAIŞ‘ê yên ku şervanan ew li Tebqa û Reqayê asê kiribûn, nirxand.

Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
Êrîşa li ser Qereçoxê destekdayîna Tirkiyê bi çeteyan re îsbat kir
25 nîsan, 2019   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Balefirên dewleta Tirk a dagirker di 25‘ê Nîsana 2017‘an di saetên berbanga sibehê de Navenda Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya li Çiyayê Qereçoxê ya bajarê Dêrikê bombebaran kir. Di navendê de navenda ragihadinê, Radyoya Rojava, çapxane, saziyên leşkerî diman. 26 balafirên şer ên dewleta Tirk rabûn ser navendê. Di encamê de 20 şervanên YPG û YPJ‘ê, nûçegihanên şer ên Navenda Ragihandina YPG‘ê şehîd bûn û 18 jî birîndar bûn.

Yek ji şehîdan, fermandarê YPG‘ê Rustem Zêdan (Mihemed Xelîl) ê ku li Reqayê serkêşiya şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê dikir, bû.

Dema êrîşê

Ev êrîşa dewleta Tirk a dagirker di dema ku şervanên QSD’ê li Reqa û Tebqayê çeteyên DAIŞ’ê zevt kirinbûn, pêk hat. Gelek çavdêran ev êrîşê wekî destekdayîn Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ‘ê re û kêmkirina zexta li ser wan bi nav kirin. Di heman demê de bi "Êrîşa Xedir" bi nav kirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê got: "Ev êrîşê di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê ya Rizgarkirina Reqayê serkeftin bi dest dixin de, pêk hat. Tirkiyê xwest bi vê êrîşî zexta ku şervanên me bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser DAIŞ‘ê ferz kirine, kêm bike. Tirkiyê xwest pêngava rizgarkirina Reqayê asteng bike."

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabû ser piyan

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî nûçeya êrîşê bihîst, bi karwanan ber bi Çiyayê Qereçoxê ve herikîn. Bi hezaran şêniyên herêmê  Kurd, Ereb û Suryan li wir kom bûn û êrîş protesto kirin. Gel êrîş wek piştgiriya bi çeteyên DAIŞ‘ê yên ku di bargehên xwe yên dawî nefesa dawî distînin, bi nav kirin. Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî û şandeyek Koalîsyona Navdewletî çûn cihê gel lê kom bûn.

Gel, berpirsyariya vê êrîşî di serî de girt ser Koalîsyona Navdewletî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku êrîş ji aliyê Tirkiye ve ya endamek ji NATO‘yê ye hat kirin.

25‘ê Nîsanê jî, bi deh hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin. Gel bang li civaka navdewletî û Hêzên Koalîsyonê kirin ku sînorekî ji êrîşên Tirkiye re deynin û firîna balefiran qedexe bikin. Li aliyekî din jî çalakger, ciwanên Kurd, siyasetmedar û rewşenbîr kampanyayên Haştagê avêtin û xwestin ku herêmeke qedexekirina balafiran li herêma Cizîrê were avakirin.

Gelê herêma Cizîrê her sal di vê rojê de şehîdên êrîşa Qereçoxê bi bîr tînin.

Berteka partiyên siyasî

23 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang li Koalîsyona Navdewletî kirin ku herêma qedexeya firîna balafiran li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê ava bike. Partî ev in: Desteya Niştîmanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê, Partiya Komînalîst a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Demokratîk a Asuriyan, Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Nûkirin a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Çepa Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Tevgera Reform a Sûriyê, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê  (El-Partî) , Kongreya Star, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk û Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

Endamê Radyoya Rojava, Rojhat Cûdî ji şahidên bomeberdûmana balafirên dewleta Tirk a dagirker e. Cûdî ji ajansa me diyar kir  ku di avahiya Fermendariya Giştî ya YPG`ê de bi dehan şervanên ku şerê DAIŞ`ê kirine hebûn. Tevî gelek karmendên Radyoya Rojava û Ragihandina YPG û YPJ`ê.

Cûdî destnîşan kir ku armanca êrîşan şikandina vîna hêzên ku şerê DAIŞ`ê dike bû, hêzên ku nirx û rêgezên gelê herêmê dibarêze.

Cûdî destnîşan kir ku bi saya hevgirtin û giyanê şoreşgerî ya şervanên YPG û YPJ`ê û kombûna gelê herêmê li dora hêzên xwe Tirkiye negihişt armancên xwe.

Rojhat Cûdî wiha domand: "Meşa bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê ber bi Çiyayê Qereçoxê ve bersivek diyar bû li hember dagirkeriya Tirk û hêzên ku hewl didin vîna vî gelî têk bibin.”

Rojhat Cûdî diyar kir ku ew bê bertek neman û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Israra wan ji bo pêşxistina karê xwe li ser tevahiya astan zêde bû. Isbata vê yekê jî, Radyoya Rojava carek din bi awayek pêşketîtir dest bi weşanê kir.”

(şx/bb)

ANHA