Çete û  artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran dikin.

Çete û  artêşa Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa topbaran dikin
24 nîsan, 2019   16:23
EFRÎN

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa yê li kantona Şehbayê bi dijwarî bi çekên giran û topavêjê topbaran dikin. Her wiha hejmarek malên sivîlan bûn hedefa topbaranê û duman ji gund radibe.

Heta niha tu agahî derbarê ziyanê de agahî nehatine bi destxistin. Heta vê kêliyê topbaran berdewam e.

(şx)

ANHA