Li Til Temirê tabura Ermenan hat avakirin

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê, îro di salvegera 104’emîn a Qirkirina Ermenan de, zarokên Ermen ji bo xweparastinê Tabûra Ermenan a Nûbar Ozanyan ava kirin.

Li Til Temirê tabura Ermenan hat avakirin
Li Til Temirê tabura Ermenan hat avakirin
Li Til Temirê tabura Ermenan hat avakirin
Li Til Temirê tabura Ermenan hat avakirin
24 nîsan, 2019   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê, îro di salvegera 104’emîn a Qirkirina Ermenan de, zarokên Ermen ji bo xweparastinê Tabûra Ermenan a Nûbar Ozanyan ava kirin.

Tabûrê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

Zarokên Ermen ên ku di dema qirkirinê de hatine sirgunkirin, îro li Rojava ji bo xurtkirina şoreşê, DAÎŞ di serî de li hemberî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk, em ji bo parastina Rojava hatine ba hev. Heke artêşeke gelekî tunebe, tu tiştekî wî gelî tune. Me jî ji bo parastina gelê Ermen û gelên Rojava tabûreke mutewazî ava kir.

24’ê Nîsanê ne bi tenê roja bibîranîna qirkirinê ye. Me xwest li hemberî nûnerên îro yên Îttîhat Terakkî em rojeke serhildan û berxwedanê bidin destpêkirin. Em dixwazin hêviya şerkirinê ya gelê Ermen jî li vê axê bidin avakirin. Li hemberî hemû zext, qetlîam û asîmîlasyonê me hêza xwe ava kir.

Tabûra Ermenan a Nûbar Ozanyan ji bo pêçandina birînên gelê me û ji bo hesappirsînê hatiye avakirin.

Avakirina tabûra me yek ji gava destpêkirinê ya fermandar Nûbar Ozanyan e, yê ku li hemberî DAÎŞ’ê şer kiriye. Vê gava me ji bo rêxistinkirina gelê Ermen û parastina wan û şoreşa Rojava ye.

Di nava şoreşa Rojava de gelên Kurd, Ereb, Siryan û Asûr tabûr û alayên xwe ava kiribûn. Pêdivî pê hebû ku gelê Ermen jî dest bi rêxistinkirineke wisa bikira. Tabûra Ermenan a Ş. Nûbar Ozanyan ne bi tenê di warê leşkerî de, di warê îdeolojîk, çandî, civakî û hînbûna zimanê zikmakî de jî wê xwe birêxistin bike. Em ê careke din qirkirinê nejîn. Em ê xwe birêxistinkirinê şoreşa xwe mezintir û geştir bikin.”

ANHA