Li Reqayê transekî kehrebeyê hat vekirin

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê, piştî sererastkirina xetên sereke yên kehrebeyê transek li taxa Meşlib vekir.

Li Reqayê transekî kehrebeyê hat vekirin
Li Reqayê transekî kehrebeyê hat vekirin
Li Reqayê transekî kehrebeyê hat vekirin
Li Reqayê transekî kehrebeyê hat vekirin
24 nîsan, 2019   10:12
REQA

Ji ber rewşa Reqayê ya şer ku 5 salan dewam kir, gelek têlên kehrebeyê yên bajêr ziyan dît, lewma nêzî 3 salan li bajêr kehrebe qut bû. Piştî xebateke ku 3 mehan, Komîteya Enerjî û Têkiliyan li taxa Meşlibê da ku kehrebe bigihêje taxên Sînaa, Mişlib û Mixtelîta transeke kehrebeyê vekir.

Di vekirina transê kehrebeyê de bi dehan şêniyên taxa Meşlibê, endamên Miclisa Sivîl a Reqayê, Mala Jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Asayîş û YPJ`ê amade bûn.

Di vekirina trans de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib Derwîş û Gerînindeyê Komîteya Enerjî û Peywendî Şêx Receb axivîn.

Axaftivanan  wiha got: "Divê em hemû şehîdên xwe yên canê xwe bo jiyîna me dane, di serî de şehîd Omer Alûş û şehîd Beşîr Fêsel bi bîr bînin."

Paşê der barê xebatên Komîteya Enerjiyê de Şêx Receb wiha got:"Îro em vekirina mûhewilê pîroz dikin, vê yekê bandoreke erênî ser vegera jiyanê, aramî û ewlehiyê kiriye.”

Şêx Receb bi bîr xist ku heta niha 16 navendên ransê tevî amadekirina xetên bi 20 km volt û dirêjahiya 10 km, her wiha bi dirêjahiya 30 km li taxê sererast kirin, di vê çarçoveyê dê Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên madî û manewî ji şêniyên bajêr re bidomînin.

Di dawiya axaftinan de şêniyên taxa Meşlibê spasiya Meclisa Sivîl a Reqayê kir û banga ku kehrebe li tevaya bajarê Reqayê vegere kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Sivîl a Reqayê piştî bêbandorkirina mayinan, perwerde û jinûveavakirina binesaziyê, plansaziya yekem ew bû ku torên kehrebeyê û mûhewilan sererast bikin.

(eh)

ANHA