Komîteya Çandê, koma zarokan xelat kir

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, Koma Zarokan a navenda çand û huner xelat kir, ku di hemû çalakiyên li herêmê têne lidarxistin de cih digirt.

Komîteya Çandê, koma zarokan xelat kir
Komîteya Çandê, koma zarokan xelat kir
Komîteya Çandê, koma zarokan xelat kir
23 nîsan, 2019   15:18
 TEBQA

Merasîmê xelatdayînê bi amadebûna bi dehan kesî li navenda çand û hunerê pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtin, şanoyeke komîk bi navê "Dînbûn" ku hevserokê navenda çand û hunerê Fîras Remedan nivîsandiye û derhêner kiriye hate pêşandan. Her wiha Koma Zarokan jî şanoyek bi navê "Bereketa Cizîrê" pêkêş kir.

Piştre Komîteya Çand û Hunerê, endamên Koma Zarokan a navenda çand û hunerê xelat kirin.

Merasîm bi stran û kilamên "Diret El-Furat" a girêdayî navenda çand û hunerê bi dawî bû.

ANHA