Rojev û babetên rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê civîna Astanayê, geşedanên li Sûriyê û aloziyên li Lîbya û Sûdanê de nivîsand.

Rojev û babetên rojnameyên erebî yên îro
23 nîsan, 2019   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Pedersen tev li Astanayê dibe

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê diyar kir ku şandêrê navdewletî ji bo Sûriyê Geir Pedersen tekez kiriye ku dê beşdarî hevdîtinên Astanayê bibe, ku dê rojên 25-26’ê Nîsanê bê lidarxistin.

Berpirsê Buroya Asya û Afrîkayê ya wezaretê Aderbek Tomatof diyar kir ku opozîsyona Sûriyê jî dê bi şandeyeke ji 14 kesan beşdarî civînê bibe, lê nasnameya serokê şandeyê nehate eşkerekirin.”

El-Ereb: Rûsyayê bendera Tartûsê bi kirê kir û berava Sûriyê xiste bin desthilatdariya xwe

Rojnameya El-Ereb wiha got: "Bi kirêkirina bendera Tartûsê, Rûsya bi qasî 50 salan dê berava Sûriyê bixe bin desthilatdariya xwe.

Rûsya beriya ku tu lihevhatinên herêmî û navdewletî li Sûriyê çêbin, hewl dide hebûna xwe ya leşkerî û aborî bi hêz bike. Li gorî çavdêran, ev mijar bûye mîna şerekî veşartî di navbera Rûsya û Îranê de, Moskov dixwaze ji Îranê re bibêje ku biryara Sûriyê di destê wê de ye.”

El-Watan: Artêş li gundewarên Hemayê bersiva çekdaran dide û balafirên Rûsyayê li Helebê li terorîstan didin

Rojnameya El-Watan ya nêzî rejîmê jî wiha nivîsî: "2 otobusên rêwiyan ku welatiyên Iraqê tê de bûn, ji deriyê El-Qaim derbasî Sûriyê bûn. Lê di heman demê de li sînorên bakur liv û tevgera terorîstan çêbû, lewma balafiran çeperên terorîstan li rojavayê Helebê bombebaran kirin.

Çavkaniyan ji El-Watan re diyar kir ku artêşê gule berdan liv û tevgera komên terorîst li hin deverên gundewarên Idlib û Hemayê û herêmên bêçek."

Lîbya

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Bayan nivîsî: "Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku şerê Terablusê li dijî terorîstan dê şerekî girîng be, her wiha diyar kir ku hêzên leşkerî amade ne da ku li paytextê eniyeke şer vekin. Di vê navberê de li gorî hin raporên Brîtanyayê, milîsên çekdar welatiyên biyanî ku li ba wan girtî ne, bi darê zorê dixin nava şer."

Iraq

Rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tirkiyê ragihand ku îstixbarata wê hin endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di hundirê axa Iraqê de girtine, vê mijarê jî Iraq tengav kir, ji ber ev kiryar dibe binpêkirina axa Iraqê û têkildarî ka Iraq dikare sînorên xwe biparêze yan na gelek pirsan derdixe pêş."

Sûdan

Der barê rewşa li Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Meclisa leşkerî ya demkî ya Sûdanê diyar kir ku ew ê ji bo rakirina bendên ku welatiyan li pêşiya avahiya fermandariya artêşê danîne, hin tedbîrên tund bide, ev jî dibe ku bibe sedema pevçûnan di navbera artêşê û xwepêşandêran de. Lê artêşê careke din ragihand ku ew bi hêzên opozîsyonê re di nava têkiliyan de ne."

Tirkiye

Rojnameya El-Ereb nivîsî: "Bayê guhertinê li Partiya Adalet û Pêşketinê (AKP) dide, piştî ku di hilbijartinan de mezintirîn bajar winda kirin. Tê payîn ku di hundirê partiyê de alozî mezin çêbin.”

(k)