Li Srî Lankayê hejmara qurbaniyên teqînan zêde bû

Polîsên Srî Lankayê ragihand ku roja yekşemê anku roja cejna Paskalyayê ya xiristiyanan, rêzeteqîn li dêr û otêlên li Srî Lankayê rû dan. Heta niha hejmara kuştiyan herî kêm gihîşt 50 kesî û 280 kes jî birîndar bûn. 

Li Srî Lankayê hejmara qurbaniyên teqînan zêde bû
21 nîsan, 2019   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê li ser zimanê polîsên Srî Lankayê ragihand  ku 6 rêzeteqînên ku pêk hatine, 3 otêlên navdar, dêrek li Kolombo û 2 dêrên din ku nêzî paytextê ne, yek li aliyê bakurê Kolomboyê ye û ya din li rojhilatê bajar kirine armanc.

Polîsan diyar kir ku hejmara qurbaniyên destpêkê  gihîşt 52 kesan, ji wan 42 kes li dêra ku li paytextê ne, her wiha 10 kesên din li dêra  Batikulwa ne.

Di dîmenên televîzyonan de, hejmara zêde ya endamên ewlehiyê û ambulansan û cenazeyên qurbaniyan ên li erdê, diyar dibe.

(eh)