Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê

Bandora gaza jehrê hîna diyar e. Ji ber rewşa madî baş nehatin dermankirin, lê xwe radest nekirin û xeyalên wan bi rakirina dorpêçê li ser taxa wan pêk hat. Malbata Emel Bîlal li Şêxmeqsûdê li dijî êrîşên çeteyan berxwedaneke dijwar meşand û berdêlên giran dan.  

Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
Ji berxwedana Şêxmeqsûdê çîroka malbatekê
21 nîsan, 2019   06:36
TOLÎN HESEN - HELEB

Welatiya bi navê Emel Bîlal (33) ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd e û dayika 4 zarokan e. Emel Bîlal wekî malbatên din li hemberî çeteyan li ber xwe da û biryara mayîna li taxê da.

Di Adara 2016`an de di berdewama êrîşa çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser taxa Şêxmeqsûdê de, gelek caran bi çekên qedexekirî tax hate topbarankirin, di encamê de yek ji wan topan li ser avahiya nêzî mala Emelê ket.

Emel der barê mijarê de wiha got: "Em nedifikirîn ji taxê derkevin û koçî cihekî din bibin, ji ber vê yekê min her çar zarokên di jêrzemîna di taxa me de vedişartin, top di ser me de hatin, camên mal hemû şikandin, bi ketina topê li ser ava cîranên me, me hewl da em birevin jêrzemînê, lê doman pir bû, di cih de madeyeke rengê kesk ji devê zarokên min derket."

Emel bi berdewamî got: "Min çavên xwe li nexweşxaneyê vekirin, piştî çend saetan xeber dane min ku 2 zarokên min rakirin nexweşxaneyeke din û nîşaneyên gazê li ser wan derdikeve, wekî verimîna çerm, xurîn û tengbûna nefesê."

Zarokên wê nikarin biaxivin

Piştî demekê û ji ber bandora madeya jehrê li ser Emel û zarokên wê, dengê wê guherî, zarokên wê nikarin bi awayekî rast biaxivin, anku di axaftinê de zehmetiyê dikişînin.

Emel bi berdewama çîroka xwe de got: "Keça min a 7 salî tenê 2 gotinan dibêje, pir hindik çend gotinên din dibêje, rewşa wê ya esebî xerab bûye, bi zarokan re gelekî nalîze, lê kur û keça min ên biçûk nikarin biaxivin, keça min a mezin hîna parçe di lingê wê de hene, lê ji ber rewşa me ya madî em nikarin wê derman bikin."

‘Ez ê karê xwe dewam bikim da ku zarokên xwe derman bikim’

Beriya ku Emel û zarokên wê birîndar bibin, hevjînê wê di eniyên şer li kêleka hêzên parastinê bi sekvanî di lingê xwe birîndar bû, wê demê di nexweşxaneyê de dihat dermankirin.

Hevjînê Emel, Nûrî Elî ku endamê Asayîşê ye, wiha got: "Dema ku taxa me hate dorpêçkirin, me biryara berxwedanê da û em derneketin, ji ber vê yekê hate xwestin em parastina taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê bikin, me berê xwe da eniyên şer û me şervanên birîndar rakirin nexweşxaneyê, dema ku min yek ji şervanên YPJ`ê radikir nexweşxaneyê, bi sekvaniyê ez di lingê xwe de birîndar bûm, lê birîndarbûna zarokên min li ser min girantir bû."

Elî diyar kir ku piştî demekê ji ber birîna wî nikaribû di Asayîşê de bimîne, ji bo bikarin malbata xwe xwedî bikin, lê nikaribû dermanên baş peyda bikira.

Nûrî Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: "A girîng em dijîn û me dikaribû dorpêç li ser taxa xwe rakira, em ê bi israra xwe hemû zehmetiyan derbas bikin, li ser vî esasî ez ê kar bikim da ku zarokên xwe derman bikim."

(jo)

ANHA