Xebatên Şaredariya Gel a Kuberê 

Şaredariya Gel a bajarokê Kuberê ya Dêrazorê deverên giştî û binesaziya bajarok sererast dike û amadekariyên vekirina parkekê dike.

Xebatên Şaredariya Gel a Kuberê 
Xebatên Şaredariya Gel a Kuberê 
20 nîsan, 2019   07:04
DÊRAZOR – BITÛL EL-ŞÊX

Piştî ku QSD’ê gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, şêniyan dest bi xwebirêxistinkirinê kir.

Şaredariya Gel a bajarokê Kuberê yek ji saziyên xizmetguzariyê yên girîng e ku xizmetê pêşkêş dike. Şaredariya Gel a Kuberê di 9‘ê Çileya 2018‘an de hat vekirin û ji buroyên sereke Buroya Teknîk, Dîwan, Temwîn û Zabîte pêk tê.

Şaredariya Gel a Kuberê kolana giştî ku ji ber şer ziyanên mezin dîtibûn bi dirêjahiya 2 km sererast kir. Her wiha li ser Zelebiyê du cokên avê vekirin da ava baranê tê re derbas bibe. Li gel van jî rojane bajarok paqij dike. Piştî baranê jî geliyê di bajarok re derbas dibe ku dirêjahiya wê 2.5 km ye, paqij kir.

Hevserokê şaredariyê Ferec Mûsa anî ziman ku ew bi derfetên heyî bajarok ji nû ve ava dikin û xebatên xwe dimeşînin. Şaredarî niha amadekariyên vekirina parkeke giştî dike.

ANHA