‘Rûsyayê çawa destura dagirkirina Efrînê da, bila Tirkiyê derxîne‘

Şêniyên Efrînê gotin: "Rûsya ya ku destura dagirkirina Efrînê û kuştina sivîlan dabû Tirkiyê bila şaştiyê xwe rast bike û Tirkiyê ji Efrînê derxîne."

 ‘Rûsyayê çawa destura dagirkirina Efrînê da, bila Tirkiyê derxîne‘
18 nîsan, 2019   17:49
ŞEHBA

Di nav de malbatên şehîdan îro bi sedan şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, li ber navenda Rûsya ya lihevkirinê ya li gundê Wehşiyê yê navçeya Fafînê çalakiyeke protestoyî lidar xist û ji hikûmeta Rûsyayê xwestin ku ji  binpêkirinên Tirkiyê  û çeteyên wê li Efrînê û hewldanên parçkirina Efrînê helwesteke cidî nîşan bibe.

Hin kesên ku beşdarî çalakiyê bibûn nêrînê xwe ji ANHA‘ê re me parve kirin.

Şêniyê bi navê Egîd Cafer got: "Em şêniyên Efrînê li vir kom bûne da ku nameyekê ji hêzên Rûsyayê re bişînin, tê de jê re dibêin ku Efrîn bi erêkirina we ji aliyê Tirkiyê ve hate dagirkirin, ji ber lihevkirinên we em koçî Şehbayê bûn, em li Şehbayê berxwedana ya li hemberî dagirkeriyê didomînin. Em ji Rûsya re dibêjin şaştiyên xwe rast bikin û di demekeke nêzîk de Tirkiyê ji Efrînê derxîne."

Egîd Cafer anî ziman ku şêniyên Efrînê fedekariyê dikin û berxwedana xwe dewam dikin heta li Efrînê vegerin.

Leyla Mihemed jî got"Tirkiyê bi alîkariya Rûsya Efrîn dagir kir, me ji warê me derxistin û mal û milkên me talan kirin. Çawa Rûsya destek da Tirkiyê û çeteyên wê ku Efrîn dagir bike, bila wan ji Efrînê derxîne, ji ber ku binpêkirinên wan li dijî gel û xaka me sînor derbas kirine."

Leyla di dawiya axaftina xwe ban lil civaka navdewletî û rejîma Sûriyê kir ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û hemû herêmên dagirkirî rawestîne û koçberan li warên wan vegerînin."

Mehmûd Mihemed jî ev tişt anî ziman: "Lihevkirinên ku di nava bêdengiyekê cîhanê li dijî me tê kirin komployeke aramc jê ew e ku Efrînê ji Sûriyê qut bike, mîna çawa beriya niha Iskenderon qut kirin."

Mehmûd got, ew malbatên şehîdan amade ne hîn jî şehîdan bidin heta Efrînê rizgar bibe.

ANHA