‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’

Di şahiya Çarşema Sor de banga damezirandina yekitiya êzîdiyên li Sûriyê hat kirin û peyama rizgarkririna Efrînê hate dayîn.

‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
‘Bi têkçûna DAIŞ’ê re cejna Çarşema Sor bi watetir bû’
17 nîsan, 2019   12:19
QAMIŞLO

Mala Ezidiyan a Herêma Cizîrê  îro li navçeya Amûdê li Hola Beylesan cejna Çarşema Sor di bin slogana ‘Cejna Çarşema Sor û serkeftinên QSD li we pîroz dikin’ şahiyek li dar xist.

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê ên Kurd, Ereb, Suryan û êzidî bi cil û bergên gelêrî beşdarî şahiyê bûn. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên MSD, şervanên YPJ/YPG, gaziyên şoreşa Rojava, oldar, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser tev li şahiyê bûn.

Ewlehiya Hola Zana ji aliye Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Trafîk û Hawarî ve hate girtin.

Hola Zana bi ziamanên kurdî, erebî, suryanî nivîsên ‘Baş bihizirê, rast bieyive, xweşik pêk bîne’, ‘Tu xerêkê bigihînî pirs meke tu çi olî yî’, ‘Çûme dîwana padîşahî, min lê dît xweşî û şahî serê hemû tiştî îtîfaq û tevahî’, ‘Bi boneya cejna Çarşema Sor û  serkeftinên QSD’ê em vê rojê li we pîroz dikin’ û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên êzidî, şehîd Mam Zekî Şengalî hatibû xemilandin. Sembolên çanda êzidiyan hêkên rengîn û şekir jî li ser hatibûn amade kirin.

Mêvan bi lêxistina def û zirneyê dihatin pêşwazîkirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin.

Axaftina destpêkê hevserokê Mala Êzidiyan ya Herêma Cizîrê Ziyad Şex cejna Çarşema Sor li hemû gelên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ev cejn bibe wesileya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan  û aramiya herêmê û got: “Bi fikre Rêber Apo em li vir di nav hevbeşiyê de pîvanên olên xwe pêk tînin.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyît Ferso jî anî ziman ku bi têkçûna DAIŞ’ê re herêmên Bakur û Rojihalatê Sûriyê de neteweya demokratîk hîn xurttir bû û got: “Gelê êzidî gelek zexmetî û fermanan re derbas bûn. Îro em li herêmên xwe hemû cejnên olan pîroz dikin. Ev jî xurtbûna neteweya demokratîk û jiyana me ya hevbeş nîşan dike. Bi serkeftinên QSD’ê re cejna Çarşema Sor hin bi watetir bû.”

‘Şahiya mezin dê bi rizgarkirina Efrînê re bê lidarxistin’

Endamê Buroya Têkiliyan a QSD’ê Rêzan Gulo jî cejna Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakgerên greva birçîbûnê û li hemû gelên aştîxwaz pîroz kir. Gulo di axaftina xwe de diyar kir ku pêyama soza hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şervanên QSD’ê pêk anî û got: “Şahiya mezin em ê bi rizgarkirina Efrînê re li dar bixin. Di demeke nêz de emê Efrînê ji hemwelatiyên wê re rizgar bikin.”

Hevseroka Buroya Perwerdeyê ya MSD`ê Nesrîn Doko anî ziman ku tola hemû fermanên li ser êzidiyan bi têkçûna DAIŞ’ê re hat hildan.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê axaftinên xwe bi zimanê suryanî û erebî kir. Nezîre  destnîşan kir ku bi rihê çanda gelêrî ew li herêmên xwe dijîn û tu carî destur nadin ku ev çand bên helandin. Nezîre got: “Bi yekîtiya xwe me hêzên terorîst têk birin û bi hêza xwe emê Sûriyeyeke demokratik ava bikin.”

Piştî axaftinan Koma Tolhildan û Koma Şehîd Mam Zekî Şengalî stranên gelêrî gotin.

‘Em bang dikin ku yekitiya êzidiyên li Sûriyê ava bikin’

Her wiha Mala Êzidiyan ya Herêma Cizîrê têkîldarî damezirandina yekitiya êzidiyên li Sûriyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ziyad Şex ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka hovîtiya dewleta Osmanî ve heya niha êrîşên hovîtî li ser êzidiyan pêk tê û  ev tişt hate gotin: “Armanca dagirkeran ew e ku li Rojhialta Navîn hilweşandina ola êzidî ye. Li dijî hemû hovîtiyan parastina ol pîvanên sereke ye. Li dijî van hovîtiyan em bang dikin ku  yekitiya êzidiyên li Sûriyê ava bikin.”

Şahî bi belavkirina hêkan û bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA