"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"

Konê çalakiyê di roja xwe ya 6`an de, bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên Komîteya Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk, Koma Kevana Zêrîn û Desteya Çand û Hunerê ya Efrînê berdewam e. Çalakvanan tekez kir ku heta pêkanîna armancên xwe ew ê berxwedana xwe bidomînin.

"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"
"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"
"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"
"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"
"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"
"Daxwazên me û yên çalakgerên grevê yek in, em ê jê venegerin"
15 nîsan, 2019   12:09
ŞEHBA

Konê çalakiyê yê ku ji aliyê Kongreya Star ve hatiye vedan û bi armanca piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, berdewam e.

Îro jî bi beşdariya endam û rêveberên Komîteya Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk, Koma Kevana Zêrîn û Desteya Çand û Hunerê ya Efrînê serdan didome.

Bernameyê konê çalakiyê di roja xwe ya 6`an de, bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê yek ji endamên Koma Kevana Zêrîn a kantona Efrînê Rûmet Beko axivî û got: "Em piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê dikin, ji ber ku armaca me yek e ku ew jî rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Her wiha yek ji endamên Komîteya Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê Bêrîvan Omer tekez kir ku ew bi israr têkoşîna xwe didomînin û tu carî ji armanc û daxwazên xwe yên sereke venagerin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran li nirxandinên Ocalan ên têkildarî rola jinan di civakê de, girîngiya birêxistinkirina jinan û dengê parlamenter Leyla Guven ku ev 159 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, guhdarî kir.

Çalakiya konê piştgiriyê bi serdanan berdewam e.

(eh)

ANHA